KOBANÊ – Îro dewriyeya hevbeş ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir
Tê payîn ku dewriye li gundên Çariqliya Jorîn, Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîkmedaş, Sêlim, Boban, Sifteka Jêrîn û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên nêzî radyoya li rojavayê Kobanê bigere.
Şêniyên gundê Çariqlî li hemberî derbasbûna panzêrên artêşa Tirk derketin û kevir li wan reşandin û derbasbûna hêzên dagirker di nava axa Sûriyê de red kir.
Tê payîn ku piştî dewriye xilas bibe, di heman gundên navborî re dewriye vegere û di gundê Aşmê re panzêrên artêşa dagirker derbasî Tirkiyê bibin.