NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li Stenbol û Bûrsayê di çarçoveya “Çalakiyên ji Agir” 2 kargeh û dezgehek daye ber agir.
Daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Înîsyatîfa me di 31’ê Kanûna 2019’an li navçeya Stenbolê ya Zeytinburnu kargehek Cûmkerî (Tekstil) da ber agir. Di encama agirê mezin de kargehên li derdorê jî bandor bû û bi giştî 2 kargeh bi temamî şewitîn. Di çalakiyê ziyanek mezin a maddî derket holê.
Di 30’ê Kanûna 2019’an li Bûrsayê jî dezgehek ku ji bo şahiya sersalê amadekarî dikir hate şewitandin. Dezgeha ji bo şahiya taybet ya sersalê bi temamî şewitî.”