NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-ÇAND her sal Kampa Govendê li dar dixe. Îsal jî di navbera 21-29’ê Kanûna 2019’an de li Elmanyaya Başûr kamp hate lidarxistin. Di kampê de govendên Semsûr, Qoçgirî, Botan û Amedê hatin gerandin. Di kampê de dersên rîtim, cil û bergên neteweyî jî hate dayîn.
Govendgerên mezûn bûn jî dersên govenda Bedlîs, Xinis û Wêranşarê dîtin. Her roj li ser dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, şerê taybet, heqîqet û azadiyê de jî semîner hatin dayîn.
Di dersa dawîn de rewşa dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.
ÇALAKIYA BIBÎRANÎNA MAZDEK ARARAT
Ciwanan hunermend Mazdek Ararat (Omer Bagci) jî bi bîr anîn ê ku di 13’ê Îlona 2019’an de li Rojava di qezayeke trafîkê de rehmet kiribû. Di vê çalakiyê de qala jiyan, têkoşîn û hunermendiya Ararat hate kirin.
KONGRE Û ŞEVA MORAL
Di roja dawîn a kampê de serdema 2019’an hate nirxandin û plansazî hatin kirin.
Çalakiya moral jî êvarî hate kirin. Polên sêyemîn û çaremîn skêceke 30 deqîqeyî amade kirin. Piştre ciwanan stran strandin û govend gerandin. Di dawiya şevê de sertîfîkayên ciwanan hate dayin.
Piştî axaftinan şeva moralê bi dawî bû.