NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora Kolbernews’ê di sala 2019’an de 80 kolber û kasibkar li herêmên sînor hatine kuştin û di bûyerên cûda de 183 kolber ji birîndar bûne.
Li gorî rapora Kolbernews’ê di sala 2019’an de 80 kolber û kasibkar li herêmên sînor ên di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, hatine kuştin û di bûyerên cûda de 183 kolber jî ji ber mayîn, serma, aşût û êrişên hêzên Îranê de birîndar bûne.
Li gorî raporê 80 kesên hatine kuştin 54 kes bi guleyên rasterast ên hêzên dewletaTirk de li ser sînorên di navbara Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.
Herwiha 3 kolber di dema bilindahiyan de ketine xwarê, 17 kolber ji ber sermayê û aşûrê, 6 kes ji ber bûyerên qezayê û krîza dil jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de tê gotin ku ji qurbaniyan 168 kes ji parêzgeha Urmiyê, 70 ji parêzgeha Sine, 25 ji parêzgeha Kirmaşanê ne.