NAVENDA NÛÇEYAN
Dema dibêjin Sara, bêhemdî kêfxweşiyek, huzurek û dilgermiyek hênik dikeve dilê min. Wisa li min tê ku weke ez ne li vê cîhanê jiyan dikim. Weke ku min tu carî zilm û zorî, kuştin û komkûjî nedîtibin. Di wê kêliyê de ez dikevim ferqa hêza xwedawendan, dilgermiya wan, hezkirin û fedakariya wan. Di wê kêliyê de fam dikim ku wan xwedawendan bi çi hêzê li dora xwe civakbûn avakirine, mirov perwerde kirine, lawir kedî kirine û zarok mezin kirine.
Dema dibêjin Sara, ew hezkirin, hemêzkirin, afrînerî û fedakarî di hişê min de dirûne û hîn zêdetir wate didim kêfxweşiya mirovên destpêkê ku bi civakbûna li dora jinê şa bûne. Çiqasa di navberê de bi hezaran sal hebe û dem gelek ji hev cuda be jî, hest heman hest in, kêfxweşî heman kêfxweşî ye. Ew mirovên demên xwedawendan bi civakbûnê şa bibûn û li dora jinê bibûn komek ji mirovan. Ango bi hêza jinê û afrîneriya wê re bibûn mirov. Em jî mirovên serdema desthilatdariyê neviyê wan mirovên kêfxweş û şa bûn ku paşê hatibûn perçiqandin û kole kirin. Mixabin dema me çavên xwe li cîhanê vekir, me ev kêfxweşiya li dor civakbûna xwedawendan nedît. Lê dema em bi bermahiya wan hestan a herî lewaz re jî di kesayeta dayik û dapîrên xwe de rû bi rû dihatin me digot: “ev cîhan cîhana me ye û em mirovên herî bi şens in.”
Em herî zêde bûn şahîdê hêsrên çavên dayik û dapîrên xwe. Me ji kêfxweşiya xwedawendan zêdetir şahîdî ji hêsrên wan û dizîna kedê wan re kir. Ji ber vê her yek ji me zarokên xemgîn yên xwedawendan bûn. Lê heya kengî ev xemgînî, reşî û tarîtî? Teqez wê îsyana xwedawendan destpê bikira. Teqez wê zarokên xwedawendan yên xemgîn rabûna û daxwaza kêfxweşiyê, başiyê û azadiyê bikirana. Ev dem û dewran wisa nehatibû û wê wisa neçûba!
Di nava vê tarîtiya ku weke qeder li ser me dihat ferz kirin de; me çîrokên berxwedana jinan bihîstin. Digotin: “li girtîgeha Amedê dewleta Tirk a xwînxwar gelek APO’yî kirine hepsê. Dixwazin wan di girtîgehan de bifetisînin. Di nav wan de jin jî hene. Lê jinek heye jê re dibêjin Sara! Dibêjin ku tu memur û rayedarên deweta Tirk nikarin serê wê daxînin û teslîm bigrin. Di vê girtîgehê de ew hemû jinan li dora xwe kom dike û bi xwe re dixe berxwedanê.” Dayikên me dema ev çîrok digotin çavên wan weke şewqa eynika ber tavê dibiriqîn. Bi hestên dayikên me re, çavên me jî dibiriqîn. Me jî bi heyrantî li têkoşîna Sara û li berxwedana wê gohdar dikir. Ev jina ku me tu carî ne zindî ne jî wêneyek wê dîtibû em kiribûn heyranê xwe, evîndarê doza xwe û em li dora xwe kom dikirin.
Çîroka berxwedana Sara li girtîgeha Amedê ji me re bibû ronahiyek. Me dizanî ger em li pey vê ronahiyê bimeşin em ê werin kuştin, birîndar bibin û belkî jî îşkenceyên weke li Sara dikirin li me jî bihata kirin. Dibe ku me jî lêdanê bixwara, me jî ji porê me ve erdêve bixişikînin, me jî tecavuz bikin û dibe ku pêsîrên me jî jê bikin. Lê çi dibe bila bibe, me di nav tarîtiya ku weke qeder dihat bi nav kirin de ronahiyek, şewqek û topek agir dîtibû. Her ku diçû vê agirê, vê ronahiyê û vê şewqê em ber bi xwe ve dikişandin. Her ku em nêzî dibûn bi me hîn xweşiktir dihat, her ku me didît xweşik e, em diketin ferqê ku ne tenê xweşik e; ev şewq di heman demê biwate ye û riya azadiyê ya herî rast û nêz e.
Erê! Têkoşîna Sara weke civakbûna xwedawendan em hemû li dora xwe kom dikirin. Kê berxwdana wê dibihîst û pêdihesiya têkoşînek di vî astî de heye, berê xwe dida çiya, berê xwe dida rojê û berê xwe dida têkoşîna Sara. Bi vî awayî Sarayek bû du Sara, bibû sê, bibû çar û her diçû zêde dibû. Îro ne tenê Sarayek bi hezaran û bi mîlyonan Sara di nava têkoşînê dene.
Erê! Di vê pergala koledariyê de Sara bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi dehan salan ji me re jî bibû xwedawend. Sara û têkoşîna wê em weke zarokên xwe li dora xwe kom dikirin û cardin em fêrî jiyanê dikirin. Bi vî awayî heval Sara di vê cîhana me ya tarî de, bi têkoşîna xwe ji me re bibû ronahiyek ji tîrêjên rojê. Ew bibû xwedawenda serdema me, bibû pêşeng, rêheval, xwîşk û dayika me hemû jinan. Em hemû têkoşerên riya azadiyê yek bi yek şagirtên wê bûn. me bi berxwdana wê û rêhevalên wê re çavên xwe vekirin û bi hezkirina ji wê û rêhevalên wê re ketibûn riya azadiyê û me ji vê jiyanê hezkiribû.
Heval Sara tiştek zêde ji me nedixwest. Tenê digot bibin xwedî jiyanek birûmet û erzan jiyan nekin. Mirovek çawa dikare birûmet û biqîmet jiyan bike? Heval Sara rê û rêbazên wê jî bi têkoşîn, coş û morala xwe re nîşanî me kir. Herî zêde jî heval Sara dixwest em girêdayî doza xwe bin, bizanebûn tevlî bibin û di riya doza azadiyê de bibin şopdarên herî dirust û samîmî. Ango em karibin ji kesayeta pergala kapîtalîst a ku kesayet bi mirov re nehîştiye û bi deh perdeyan rastiya kes heta ji vê/î jî veşartiye, birervin û xwe jê xilas bikin. Heval Sara rêbaza reva ji vê pergalê jî weke stargeha hemû serhildêrên Kurd û textê hemû xwedawendan, çiyeyên Kurdistanê nîşan dida.
Ev rastiyekê bû. xwedawenda asê û berxwedêr ya serdema mêr a desthilatdar heval Sara, weke Nînhursag li dijî tarîtî û qirêjiyê pala xwe dabû çiyeyên bilind û asê û li dijî desthilatdariyê dest bi civakbûna mirovên şoreşger kiribû. Wê hemû paqijî, başî û bedewiyên çiya di ruhê xwe û mêjiyê xwe de çandibû û dixwest hemû mirov ji vê paqijiyê, başî û bedewiyê para xwe bigrin da ku wata jiyanê û têkoşînê bizanibin. Heval Sara yê ku herî zêde ji Rêbertî fam kiribû. Piştî Rêber APO wê jî bi têkoşîn û berxwedana xwe em vexwandin çiyê. Ango em vexwandin azadiyê û xwe azadkirinê.
Rêber APO piştî şehadeta heval Sara, heval Fîdan û heval Ronahî got: “Azadiya jinê, têkoşîna Sara ye!”Em weke rêheval û şagirtên Sara, Fîdan û Ronahiyan di serî de di ber têkoşîna azadiya jinê de berpirsyar in. Em ji aliyê Sarayan ve hatine erkdarkirin. Ger hezkirin û evînek me ji azadiyê re hebe pêwîste timî berê me li çiyan be û em di riya Sarayan de bimeşin.
Heval Sara digot: “ Ez dixwazim li her derê Kudastan kuilîlk bên çandin.” Çi dibe bila bibe pêwîste em rojekê vê xwesteka heval Sara bi cî bînin, ji Dêrsimê tovên kulîlkan bînin û li her derê Kudistanê ji bo xatirê xwedawenda xwe kulîlk biçînin.
ZÎLAN AGIR