GIRÊ SPÎ – Xelkê Girê Spî bi meşekê daxwaza derketina hêzên dagirker ji nava bajêr û berdana hemû sivîlên hatine revandin kirin.
Li Girê Spî ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye gel îro piştî nimêja Înê li dijî dagirkeriyê meşiyan.
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û dirûşme berz kirin. Di meşê de pankarta “Feyleq El-El-Mecid” ku ciwanê bi navê Emar Hecî ji aliyê koma çete ve hatibû kuştin, hate hildan û daxwaza demildest derketina koma çete ji bajêr kirin.
Di çalakiyê de daxwaza berdana sivîlên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin, hate kirin.