BEHDÎNAN – HPG’ê di daxuyani niviskî de got, ”Di daxuyaniya 3’yê Çileyê de me ragihandibû ku 2’yê Çileyê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de ya li ser Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevrêyên me şehîd bûne.”
Agahiyên nasnameyê yên du gerilayan wiha ne:
Nasnav: Amara Haydar
Nav û Paşnav: Emîne Îsmaîl
Cihê Jidayikûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Sena-Bekir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an
Amara – Emîne Ismaîl
Nasnav: Ararat Kato
Nav û Paşnav: Leyla Yîgît
Cihê Jidayikûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Halîl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/2’yê Çileya 2020’an
Ararat – Leyla Yîgît
Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:
”Hevrêyên me Amara û Ararat ku li dijî dagirkeriya dewleta TC’ê ya mêtinger a li ser Kurdistanê, ji bo azadiya gelên me pêk bînin û biparêzin ji parçeyên Rojava û Bakur hatin, li se rêya serfiraziyê ya Rêber Apo meşiyane. Em hevrêyên xwe ku tecrûbeyên xwe yên mezin û bi agirê azadiyê yê di dilê xwe li dijî dijmin şerekî bêhempa dane, bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Di serî de hemû malbatên me yên şehîd, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku bîranîna şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.”