SILÊMANÎ – Li ber Banka Erbîl a Bajarê Silemaniyê ji bo şehîd Şaciwan Amanc konê sersaxiyê hat vedan. Gerîlaya YJA STAR’ê Şaciwan bi nasnav Rûheyv Ronahî ya sala 2017’an beşdarî PKK’ê bû, di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de 27’ê Cotmeha 2019’an li Qarox şehîd ket.
Di konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Şaciwan hatiye vedan pankarta “şehîd pêşengên şoreşê ne” û wêneyên şehîd hatin daliqandin.
Girseyeke qerebalix bi meş û dirûşman hat konê sersaxiyê yê ji bo şehîd hatiye vedan.
Li vir piştî rêzgirtina ji bo şehîdan li ser navê Komîteya Malbatê Şehidên PKK’ê, Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û li ser navê malbata şehîd axaftin hatin kirin.
‘Şaciwan şehîda çar parçeyê Kurdistanê ye’
Beyan Ferec a li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê axivî ji bo malbata şehîd xwest û diyar kir ku Şaciwan şehîda çar parçeyê Kurdistanê ye û got “Serê Serokatî û tevahî gelê me sax be.”
‘Şehîd Şaciwan pêşenga me ye’
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên jî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbata şehîd û tevahî gelê Kurdistanê xwest û wiha dewam kir, “Ji bo çi Şaciwan li bajarê Silêmanî biryar dide û çek hildigre, diçe nav têkoşîna azadiyê? Ev ji bo tevahî jinan, ji bo jinên cîhanê peyamek e. Şaciwan beriya ku beşdarî PKK’ê bibe bi bîr û bawerî bû. Şaciwan bê zanebûn beşdar nebû. Ev pergala ku li ser jinan bi rê ve diçe qebûl nekir û xwest li hember van komkujiyan bibe bersivek. Em rojane dibihîzin ku keç û jin agir berdidin bedena xwe. Ev pergal bi curekî jin bê îrade û lawaz kiriye, bi cureyekî dibêjin jin lawaz in. Lê heval Rûheyv bersiva van tiştan hemûyan dide û peyamekê dide hemû cîhanê, peyamekê dide pergala baviksalarî û dibêje: ‘Jina azad dikare hemû astengiyan derbas bike, jina azad dikare ji tevahî pirsgirêkên civakê re bibe çareserî. Em her car dibihîzin ku dibêjin jinên Bakur bi hêz in, jinên Rojava bi hêz in. Ev pergal dixwaze wisa nîşan bide ku jinên Başurê Kurdistanê lawaz e. Lê Şaciwan peyam dide û dibêje ‘hemû jin bi hêz in.’ Pêwîstiya jinên Başûrê Kurdistan bi kesayetên weke şehîd Şaciwan heye. Dibe her yek ji me şehîd Şaciwan bikin pêşanga xwe.”
‘Şaciwan kesayeteke bi aqil û mezin bû’
Endama RJAK’ê Banû Helebce jî diyar kir ku şehîd Şaciwan di temenekî ciwan de bû, lê kesayeteke bi aqil û mezin bû. Banû Helebce wiha axivî: “Şaciwan dît, miletê wê di bin destê desthilatan de ye, rastî zilm û neheqiyê tê, her wiha dit ku jin her roj li Başûrê Kurdistanê an tên kuştin an jî dawî li jiyana xwe tînin. bi rihekî mezin û bi aqilekî kamil ji bo mafê jinan û gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistan. Şaciwan ne tenê zaroka malbatekê ye, zaroka her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ew tenê ji bo Başûrê Kurdistanê tênekoşiya, ji bo her çar parçeyê Kurdistanê têkoşiya.”
‘Şehîda her çar parçeyên Kurdistanê ye’
Li ser navê malbatê şehîd Şaciwan, Şerîf Salih jî spasî ji bo kesên beşdarî sersaxiyê bûne kir û got; “Şaciwan tenê şehîda me nîne, şehîda her çar parçeyên Kurdistanê ye.”