REQA – Meclisa Ciwanan a Reqayê, Meclisa Ciwanan a Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan a Tebqayê tevî bi dehan saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl ên girêdayî herêma Tebqayê tev li civînê bûn. Civîn li Akademiya Jin a Tebqayê lidar ket.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Desteya Siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Mihemed axivî û rewşa siyasî bi giştî şîrove kir.
Piştre belgefîlmek kurt girêdayî karên Meclisa Ciwanan a Tebqayê û Reqayê di sala 2019’an de hate pêşendan.
Piştre hevseroka Meclisa Ciwanan a Tebqayê rapora salê ya meclisê xwend. Di raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên meclisê di sala 2019`an de hate şîrovekirin. Her wiha pêşniyar ji bo sala bê hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de endama rêveber a Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê daxuyanî da. Di daxuyanî de erkên ku wê Meclisa Ciwanan a Reqayê pêk bînin destnîşan kirin. jê yên herî girîng vekirina dewreyên fikrî ji bo ciwanan, dayîna semîneran girêdayî xeteriyên madeyên hişbirê. Tevî vekirina klubên werzîşê ji bo çîna ciwanan.