AMÛDÊ – Bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî daxwaz kirin.
Meşa bi pêşengtiya ciwanan hatibû organize kirin ji qada jin destpê kir û heta qada şehîd Cihad berdewam kir. Çalakî bi xwendina daxuyaniyê û berzkirina sloganan bidawî bû.