BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 27’ê Cotmeha 2019’an de li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Rûheyv (Şaciwan Amanc) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ne:
Nasnav: Rûheyv Ronahî
Nav paşnav: Şaciwan Amanc
Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye
Dayik-Bav: Seyran-Amanc
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2019’an / Qendîl
Hevala me Rûheyv Ronahî li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bi bandora têkoşîna PKK’ê ya li dijî dagirkeran û felsefeya Rêber Apo ku afirînerê vê tevgerê ye, hevrê Rûheyv di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Rûheyv ku bi çanda civaka jê hatî mezin bû, bi perwerdeya îdeolojîk a PKK’ê xwe kir gerîlayeke şareza. Hevrê Rûheyv bi fedakariya xwe ya li nava jiyanê bû çavkaniya moralê ji hevrêyên li derdora xwe re û li her qada jiyanê mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengê herî baş pêk anî. Hevrê Rûheyv ku li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşiya, dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li Başûrê Kurdistanê ti carî qebûl nekir. Hevrê Rûheyv heta kêliya ku şehîd bibe bi rengê fedayî wezîfeyên xwe bi awayekî serketî bi cih anî.