STENBOL – Zanîngeha Stebolê, ji ber bertekên raya giştî û xwendekaran, dest ji pêkanîna xwe ya “rakirina taştê û tenê di danekê xwerinê de, bihayê xwarinê kêmkirinê” berda û ev biryara xwe betal kir.
Zanîngeha Stenbolê, biryar dabû ku di hemû xwaringehên kampusên dibistanê de, taştê neyê dayîn û tenê bihayê xwarina danekê bê kêmkirin. Xwendekaran çalakî li dijî vê biryara rêveberiya zanîngehê çalakî li dar xistin û ev biyar di raya giştî de rastî bertekên mezin hatin. Rêberiya zanîngehê ji ber bertekên mezin ên xwendekar û raya giştî paşve gav avêt û ev biryara xwe betal kir. Rektoriya Zanîngeha Stenbolê, daxuyanîk da û aşkere kir ku dest ji vê biryara xwe berda ye.