ERZÎNGAN – Binpêkirina mafên girtiyan û îskenceyên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didomin. Gardiyan û polîsên dagirker ên dewleta tirk bi awayekî sîstematîk binpêkirina mafên girtiyan didomine.
Girtiyê li girtîgeha Erzînganê Îsmet Kaya bi riya telefonê binpêkirina maf û gefên gardiyana ji malbata xwe re ragihand. Îsmet Kaya da diyar kirin ku Yekşema çûyî gardiyan û leşkerên dagirker girtiye ser hûcreyên wan û di bin navê ‘kontrolê’ dest danine ser pirtûk, pênûs, lênûsê, jêbir û alavên taybet ên girtiyan. Her wiha gef li girtiyan xwarine.
GEFÊN GARDIYAN Û LEŞKERÊN DAGIRKER
Îsmet Kaya binpêkirina mafên xwe wiha bi riya telefonê ji malbata xwe re ragihand:
“Yekşema çûyî gardiyan û leşkerên dagirker bi gef xwarinan girtin ser hûcreyên me û di bin navê ‘kontrolê’ dest danine ser pirtûk, pênûs, lênûsê, jêbir û alavên taybet yên girtiyan. Du girtiyên din bi navê Cihan Yaşar û Zana ku di heman hûcreyê de dimin bi gefên dagirkeran re rû bi rû man.”
EWLEHÎ JIYANA WAN TUNE
Birayê Îsmet Kaya Mustafa Karak wiha got: “Birayê min 14 caran cezayê mûebbet lê hatiye birin. Ev 5 sale li girtîgeha Erzînganê dimine. Ev 2 salên dawî di hûcreya yek kesî de dimine. Ji ber ev kiryarên gardiyan û leşkeran ez ji ewlehiya jiyana biraya xwe û jiyana girtiyan bi gumanim.”