HESEKÊ – Bi sedan ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê îro li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê kom bûn û meşeke şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li dar xist.
Meş ji pêşiya navenda ciwanên dest pê kir û ber bi kolana sereke ve çû. Ciwanan pankartên “Bi rihê ciwanan em ê tecrîdê bişikînin” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên YPG’ê hildan.
Li sûka navendî endamê rêveberiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Rodî Heval axivî û siyaseta dewleta Tirk a dagirker û hemû siyasetên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Rodî Heval daxwaz ji rêxistinên mirovî û mafnas kir ku tecrîda li ser Ocalan rakin.
Her wiha Heval tekez kir ku ew ê heta rakirina tecrîdê têkoşîna xwe li dijî siyasetên Tirkiyê yên dagirker û komkujiyên der heqê gelê Kurd û gelên herêmê de pêk tîne, bidomînin.
Meş bi dirûşmên banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.