KOBANÊ – Bi însiyatîfa Tevgera Jinên Ciwan a kantona Kobanê, bi sedan şêniyên kantona Kobanê meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan organîze kir.
Desthilatdarên Tirkiyê di van demên dawîn de daxwazên parêzeran ên hevdîtina bi muwekîlê xwe re red dikin û her wiha hate zanîn ku cezayên birêxistinkirî li Ocalan ferz dikin.
Meşvan li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û piştre berê xwe da Qada El-Selam a li aliyê bakurê bajêr. Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û panakartên “Tu netewe serî danayne, heke tu rêberê wê bî” hildan.
Li Qada El-Selam meş veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz girtin. Piştre hevseroka meclisa navçeya Şêran Mecîda Hesûn daxuyaniya bi navê Kongreya Star û Tevgera Jinên Ciwan xwend. Di daxuyaniyê de têkoşîna ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne, hat silavkirin û tecrîda girankirî jî hat şermezarkirin.
Mecîda wiha domand: “Tevahî gelên herêmê bi hemû pêkhate û etnîkên wê ve yên ku li vir, dê ji bo rûmet û azadiyê li ber xwe bidin û her wiha jî ji bo rêberê xwe yê mezin Ocalan tê dikoşin. Lê tu, ey diminê faşîst, te çiqas kir û komplo pêk anîn, bi ser nakevî û tu nikarî li pêş rêya me, çi qas tecrîd li dijî Ocalan giran kir, bisekinî. Dê li ser rêça rêberê xwe bimeşin, ji ber ku rê û rêça wî, rêça şehîdan e.”
Mecîda wiha lê zêde kir: “Mîna Ocalan dibêje: “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî jî biserkevin” û bang i tevahî ciwanan dikin ku serî hildin da ku azadiya rêber Ocalan pêk bînin, ji ber fikir û felsefeya wî em gihandin azadiyê.”
Mecîda Hesûn wiha xwendina daxuyaniyê bi dawî kir: “Em ji mirinê natisin, ji ber em jiyanê ji mirinê diafirîninê û bang li tevahî jinan dikin ku serî ji bo azadiya rêber Ocalan, hildin.”
Meş bi dirûşmên silavkirina têkoşîna Ocalan û daxwaza azadiya wî, bi dawî bû.