LÎBYA – Dewleta tirk a dagirker dema çeteyan şandibû Lîbyayê, bi wan re wesayîtên zirxî jî biribûn Lîbyayê. Piştî pêvçûnên giran di navbera çeteyên tirk û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê (hêzên Heftar) de wesayîtek zirxî ket destê Heftarê.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ango Hêzên Heftar li dijî çeteyên Tirkiye gavên mezin pêş ve diçe. Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê piştî ku deverên bejahî û deryayê yên stratejîk li bajarê, di nav de baregehên hikûmeta Wîfaqê û deriyên têketin û derketina bajêr kontrol kirin gihişt navenda bajarê Sertê.
Piştî ku dewleta tirk a dagirker nema dikarîbû hebûna xwe ya li Lîbyayê vêşerê, ew dem çeteyên bi hişmendiya DAIŞ’ê yên li Sûriyê bi awayekî fermî bi balafiran birin erdê Lîbyayê da ku li dijî hêzên heftar şer bikin.