EYN ÎSA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Ebû Zuhur gundê Erîda yê bakurê rojavayê Eyn Îsayê gulebaran dikin.
Li aliyekî din balafirên keşfê li ser gundên Xalidiyê û Hoşanê digerin.
Di heman demê de leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundê Elo yê mezin û Elo yê biçûk ên Girê Spî dikin û sawama Qizelî û gundê Şorbenîsk ên Girê Spî bi obûsan topbaran dikin.