NAVENDA NÛÇEYAN
Carna hêvî di nava gotin yan jî hezkirin û biriqandina çavên hevalekê/î de kom dibe. Mirov di nava wan gotin û çavan de tevahiya xweşkahî, evîna jiyanê û hevaltiyê dibîne. Wê demê mirov çi qasa dilgerim û hestyar dibe. Çi qasa evîndar dibe. Ev evîn çiye? Hevaltiye! Yanê hezkirina herî bi wate, hezkirina herî paqij, hezkirina herî jidil. Erê heval! Jiyan ewqasa bi wate, ewqasa bedew û jidil e. Ev hezkirin belkî jî bêrîkirina xeyalên nîvçomayî û şikestiye ku bi hezarê salan e em li pey digerin.
Me di oxira wê hezkirinê de gelek canên bedew û paqij feda kirin. Arîn çûn, Dîlan çûn, Gulan çûn, Jînda çûn, Newal çûn Rubar çûn, Hîwa çûn, û çûn û çûn. Me bi destê xwe gelek can weşartin û spartin axê. Dil bêriya wan dike, hest hezkirinên wan dixwaze, çav li hevaltî û bedewiya wan digere. Û carna ji nîşka ve em di nêrandina hevalekê/î de heman kêliyê, heman hezkirin û bedewiyê dibînin. Belkî jî ya herî rast ev gotin hevoka “şehîd namirin” îfade dike. Belkî jî rastî di wan hestan de weşartiye. Ev hevaltî heman hevaltiye ku eniyê hev digihîjnin ezmanan û paya xwe ji heqîqetê digrin. Tehma jiyanê di wê kêliyê de ye. hezkirina herî rast û bi wate xwe di wê kêliyê de bi cî kiriye. Ger ku mirov wate bide jiyanê û rêhevaltiyê belkî jî bêmirinî heman kêliye û bê guman azadî jî heman kêliye.
Hevaltî û hezkirina bi wate ya di dilan de, ev hestên ku nayên ziman û nayên nivîsandin, belgeyên herî bi qîmet û giranbuha ya jiyana APOGERIYÊ û hezkirina rasteqîn in. Ev belgeyên di dilan de weşartî pîwanên jêneveger yên hevaltiyê û jiyana şoreşgeriyê ne. Ev belge bingehê ruhê fedaiyê ne. Bingeh û destpêka jiyana azad û riya heqîqetê ne.
Rêheval Hîra û rêheval Eylem jî yek ji wan hevalan bûn ku ev rastî hem jiyan dikirin, hem didan jiyandin. Ji ber wê jî xwe di dilê me hemû hevalan de bi cî kiribûn. Ji xwe hevaltiya rast ev e ku dema jiyan dikî ji hev hez bikî û nirxê hev bizanibî. Ez jî di nav de, em gelek heval wê rastiyê ji wan hevalan fêr bûn. Ji bo me gelek kesan ev bûn mamosteya jiyanê û rêhevaltiya rast.
Heval Hîra bi sekna xwe ya bi pîwan û têkoşer, heval Eylem jî bi hez kirina xwe ya jiyanê, germahiya hevaltiyê û fedakariyê di me gelek hevalan de sekna milîtantî pêş xistin û bûn çavkaniya lêgerînên me yê azadiyê û têkoşînê. Heval Hîra di nava her kesî de bi serhişkî û înada xwe re dihate nas kirin. Ger ku bê pîwaniyek yan jî tişteke şaş dîtibaya di cî de mudaxele dikir û ger ku nehatiba gohdar kirin, heya ku ev rastî dabaya fêm kirin têkoşîn dida. Ger pêwîst bikiribaya ji bo ku jiyanê û pîwanên APOGERIYÊ biparêze şer dikir û di oxira parastina jiyanê de çi zorî û zehmetî hebana ji dil hemêz dikir. Ger ku heval Hîra bizanibiya tiştek raste çi kiribaya jî wê heya ku bi te daba qebûl kirin wê bi te re axivîbaya. Her wiha li hember şaşiyitan tu carî serî neditewand. Heval Hîra bi wan taybetmendiyên xwe, zemîn ne dida ku li kêlek wê zirar bigihîje rêxistinê û jiyana azad.
Piştî 9 salan me cara yekem li mala birîndaran hev dît. Ez mezin bibûm û heval Hîra jî pir hatibû guhertin. Dema wê dema me hev dît, me dizanibû ku em hev nas dikin lê nav ne dihatin bîra me. Piştî kêliyek sekinandinê min banî heval Hîra kir. Min ev nas kiribû lê hîna jî navê min ne dihat bîra heval Hîra. Heval Hîra ji serê xwe birîndar bibû. Di navbera wan 9 salan de heval Hîra di kesayeta xwe de gelek guhertin dabûn çêkirin û xwe di warê îdeolojîk û rêxistinî de pir pêş xistibû. Di min de jî guhertin çê bibûn. Dema ku me dest bi nîqaşê kir, min ferq kir ku em her dû jî di gelek waran de hatine guhertin. Dema ku em li cem hev, em her dû jî şervanên nû bûn. Lê wê carê ev hevdîtin cudatir bû. Ev dû jinên ku bi koletî hatibûn mezin kirin û ne dikarîn dû gotinan bînin ba hev, wê carê li ser siyaset û felsefeyê nîqaş dikirin. Di wê kêliya ku me nîqaş dikir de min dît heval Hîra got: “ax rêxistin ez heyrana te bim!” Dema ku min jê pirsî ku çima wisa gotiye, ji min re got: “ ma tu nabînî rêxistinê ji me çi jinên bi hêz derxistine. Dema ku em li şervanên nû me şerim dikir dû gotinan bînin cem hev lê niha em li ser jiyana azad û şerê li dijî dijmin, li ser taxtîk û stratejiyê diaxivin.”
Di heval Hîra de hestên berpirsiyartiyê xurt bûn. Jiyanek ji rêzê ji xwe re qebûl ne dikir. Ji ber wê jî diket ferqa başî-nebaşî, pêşketin û paşketinan. Timî di nava wê hewildanê de bû ku wê bi derdor jî bide fêm kirin. Lê dema ku li beramberî wê jî bertekek ne rêxistinî derketibaya helwesta xwe nîşan dida.
Bê guman ji bo me her kesî xetê sor Rêbertî û şehîd in. Lê gelek caran em di wan erkên xwe bi cî anînê de lewaz dimînin û bi rêbazê nexweşiya modernîteyê, lîberal nêz dibin. Di heval Hîra de ev cûda bû. Ger di kesayetekê/î de di wan her dû mijaran de lewaztî derketibaya, wan kesan çi kiribaya jî nedikarîn carekedin xwe bi heval Hîra bidin qebûl kirin. Ji ber wê kesên lewaz nedikarîn zû biz û li cem heval Hîra bikevin nava şaşitiyan. Ev taybetmendiya heval Hîra dihîşt ku her roj zêdetir heyranî wê bibim.
Heval Eylem di wateya din de keça çalakiyan, jina çeleng ya şer û cengê. Ji bo kesên ku bixwazin heval Eylem nas bikin pêwîste beriya her tiştî ev kenê wê yê ji dil û çavên wê yên ku di her kêliya jiyanê de dibiriqîn bibîne û ferq bike. Her dema ku heval Eylem tê bîra min, ev çavên wê yê ku bi hemû paqijiya dilê wê re bi hezkirina herî bi wate û paqij yê hevaltiyê re dibiriqîn tê bîra min. Yek jî kenê heval Eylem heye. Gelek kes dibêjin ken nîşaneya azadiyê ye. Ken mirovan herî zêde nêzîkî xweşikahiyên jiyanê dike. Ken di heman demê de hez kirina jiyanê ye. Ken nîşaneya wê ye, bêyî ku tu li pişt xwe hinek erkên nîvço mayî bihêlî, bi hemû hêza xwe, hez kirina xwe, paqijiya dilê xwe têkoşîn bidî û her roj gavekdin zêdetir nêzî azadiyê bibî. Kenê heval Eylem ev hemû taybetmendiyên şoreşgerane di nava xwe de bi cî dikirin û bi kenê xwe re ev taybetmedî balkêştir dikirin. Weke ku bêje “heya hun nekenin hun nikarin bibin şoreşger û hun nikarin bibin fedaîyên gel. Heya ku hun nekenin hun nikarin bibin APOCÎ. Ji ber ku ken herî zêde li APOCIYAN tê. Ken herî zêde APOGERAN xweşik dike. Jina azad herî zêde bi kena xwe re xweşik dibe.” Heval Eylem di gotin de ev nêrîn nedianîne ziman. Lê her dema ku dikeniya min hîs dikir ku heval Eylem azad jiyan dike.
Yek jî heval Eylem bi hevaltiya xwe re mînak bû. Heval Eylem bi dilê xwe yê paqij re, bi heyecan û morala xwe re, bi safbûna xwe re di quncikê dilê her hevalekê/î ku heval Eylem nas dikir de ciyê herî bedew û tije hezkirin ji xwe re vekiribû. Di têkiliyên heval Eylem yên hevaltiyê de, hevalê xwe pêşxistin esas bû. Hevala/ê li kêlek heval Eylem di kîjan milî de zehmetî bikişîne û kîjan milê wê/î lewaz be, ji bo ku pêş bixe ked dida. Şoregertî ked e. Mirovek ku ked nede nikare bibe şoreşger û ev mirovê ku li hember keda hevalê xwe bi hurmet nebe nikare bibe milîtan. Ev yek ji taybetmendiyên APO’yiyan e. Heval Eylem jî ev taybetmendî di kesayeta xwe de çandibû. Ji ber wê jî li kuderê şer hebaya, heval Eylem beriya her kesî li wê derê bû. Li kuderê hevalan tengasî kişandibaya heval Eylem îsrar dikir ku biçe wê derê. Ji ber wê jî heval Eylem ji aliyê her kesî ve hurmet û hezkirin qezenc kiribû.
Min heval Eylem di şertên berxwedana Kobanê de dema ku birîndar bû nas kir. Dû caran birîndar bû. Cara yekem birîna wê sivik bû û piştî demeke kin yê tedaviyê carekedin zivirî cepha şer. Lê demek kin derbasbibû ku cara dûyem birîndar bû. Paşê hat kantona Cizîrê. Piştî ku tedaviya xwe li wir dît hîna tedaviya wê xilas nebibû carekedin çû cephê. Li wir jî carekê birîndar bû. Piştî ku destê wê baş bû dîsa zivirî cephê. Heval Eylem xwe di serkeftinê û tolhildanê de kilîd kiribû. Ji ber wê jî timî di nava hewildana carekedin zivirandina cephê de bû. Di her îsrarê de jî ya xwe bi ser dixist. Û di her çûyîna wê ya cephê de çalaktir tevlî şer dibû.
Heval Hîra û heval Eylem weke du jinên şoreşger û keçên Kurd di dema berxwedana Kobanê de berê xwe dabûn kelha berxwedan û rûmetê. Her dû heval jî li wir birîndar bibûn. Lê di her dû hevalan de jî tevî birîndariya xwe, îsrara carekedin wegera Kobanê hebû. Li wê derê wan jî weke gelek hevalan perçeyek ji canê xwe dabû, xwîna wan rijiyabû ser axa Kobanê û dema hevalên xwe yên birîndar û şehîd rakiribûn, xwîna hevalên wan bi cilên wan, bi destên wan ve mabûn. Ji bo yên ku şerê Kobanê û hevaltiya wê derê dîtibin, devjê berdana Kobanê belkî jî tişta herî zehmet e. Wêca ji bo dû jinên ku hevaltî di ruhê xwe de çandî, hez kirina gel û axê di kurahiya dilê xwe de bi cî kirî û hêrsa tolhildanê di her hucreya laşê xwe de şîn kirî, bê ked, bê têkoşîn, bê heyecan û moral dûr ji şer sekinandin ne gengaz e. ji ber wê carekedin wan her dû çelengan berê xwe dan warê berxwedan û rûmetê Kobanê û di berxwedana Minbicê de gihîştin şehadetê.
Erê heval Hîra! Ez bawer dikim ku bi şehadeta te re pêxember Muhemed jî hêrs bûye. Ji ber te navê çiyayê pîroz yê baweriya gelan li xwe kiribû. Lê dijminê hov yê ku di bin navê wê baweriyê de qaşo ji bo mirovahiyê şer dikir bi destê xwe têkoşera gelan ya herî hêja şehîd kiribû. Ji ber wê jî heval Hîra tu ji bo me ne tenê rêhevalek î. Tu ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn ev gulî ku ji bawerî, edalet, hezkirin, têkoşîn û vîjdanê şîn hatiyî.
Rehet razê heval Hîra! Ji ber wê rojek were tu weke gula edalet û vîjdanê li ber derê şikefta Hîra şîn bibî û wê hemû gelên bi rûmet yê Rojhilata Navîn li dora têkoşîna te, Rêber APO û rêhevalên te kom bibin û wê bi hezkirina we gulên edalet û vîjdanê li her ciyê pîroz şîn bibin û wê tovê we li her dera cîhanê belav bibe.
Eylem’a QSD’ê! Fermandar û rêhevala me ya ruken! Çûyîna te dilê me gelek êşand. Lê em îro hemû li ser ruhê te dimeşin. Rêheval û şervanên te bajarê Minbicê rizgar kirin. Wa îro ber bi Reqa yê ve dimeşin. Em soz didin te, em ê heya dawiyê li ser ruh û sekna te ya berxwedêr û milîtan bimeşin.