QAMIŞLO – Cenazeyê Remedan Baran (Rojhilat Amed) ku 2’ê Çileyê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê hate veşartin. Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi beşdarbûna sedan kesî pêk hat. Di merasîmê de nasnameya 4 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, hate eşkere kirin.
Merasim ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û wiha got;
“Îro merasîma em beşdarbûyîn gelek bi wate û bi nirx e. Ciwan li çar parçeyên Kurdistanê sînor nas nekirin û beşdarî şoreşa Rojava bûn. Ev jî tê wateya yekîtiya netewî. Îro li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Li tevahiya herêmê şer heye û hebûna Kurdan di metirsiyê de ye. Berxwedana li dijî dewleta Tirk li her qadê didome. Pêwîstiya me bi geşkirina têkoşîn û yekîtiyê heye. Sala 2020’an wê bibe sala serketinê.”
Piştre nasnameya şehedatê ya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd Rojhilat Amed bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.