NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Nûçeyan a Fars’ê ragihand ku di êrişa şevê din a li Iraqê li dijî hêzên Emerîka pêk hatine de 80 Emerîkî hatine kuştin.
Şevê din di saet 01.20’an de Îranê bi muşekan li baregeha Emerîka ya li Eyn El Esed û baregehek din a Emerîka ya li Hewlêrê xist.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars’ê ku çavkaniya xwe ji rayedarekî girtiye, di êrişê de herî kêm 80 Emerîkî hatine kuştin û 200 leşker jî birîndar bûne. Lê, Emerîka kuştina red dike.
Ajansa Nûçeyan a Fars’ê eşkere kiriye ku birîndar bi helîkopteran hatine derxistin. Tê gotin 20 nokteyên Eyn El Esed bi 20 fûzeyan hatiye lêxistin û helîkopter û ÎHA hatine îmhakirin.