SİLÊMANIYE – KDP’ê heremên Hewlêr û Duhok ku artêşa Tirk a dagirker û MÎT bi baregehên xwe dagir kiriye gel bi hincetên cûda binçavdike û digire.
Li gorî agahiyên ku welatiyan dane, piraniya kesên têne binçavkirin û girtin, bi riya medyaya civakî fikrên xwe anîne ziman, rexne li desthilatê kirine. Li aliyê din gelek kesan jî diyar kirine ku gef li wan tên xwarin, her wiha hêzên asayîşê hinek belgeyan bi wan didin îmzekirin.
Li gorî zanyariyan tenê di 3 mehên dawî yên sala 2019’an de li herêmên Behdînan û Soran ên girêdayî Hewlêr û Duhokê 28 welatî ku di nava wan de pêşmerge û Endamên Partiyan jî hene, hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin li girtîgehên Dihok û Hewlêrê (Mesîf) tên girtin.
Mertalê zindî hîn dibin çav de ye
Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê ji Kerkûkê ku li dijî dagirkeriya Tirk li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bibû, dema vedigeriya mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve hatibû binçavkirin. Eyûb 10’ê Tîrmehê birin girtîgeha Mesîfê ya li Hewlêrê. Li gorî hinek dezgehên ragihandinê Eyûb dema tê binçavkirin hêzên asayîşê îşkence lê kirine. Eyûb heya niha jî li Mesîf tê girtin.
3 ciwanên herêma Biradostê 5 mehin dibin çavan de ne
Li gorî hin çavkaniyên ku nexwestin navên xwe diyar bikin, di bin çavan de zext li welatiyan tê kirin ku dest ji fikrên xwe berdin, li dijî desthilatê û hebûna Tirkiyê dernekevin. Hinek çavkaniyên ku dîsa ji ber ewlekariyê nexwestin navên xwe bidin jî gotin ku dewleta Tirk û îstîxbarata wê sîxurtiyê li ser welatiyan ferz dike.
Navê hin kesên li Hewlêr û Dihokê hatine binçavkirin wiha ne;
1- Newzad Ehmed Oremarî
2- Selah Hisên Rêkanî
3- Dilşad Qadir Zêbarî (Pêşmerge)
4- Şîmal Salih Oremarî
5- Rojhat Exbal Rêkanî
6- Cîhad Rijdî Rêkanî
7- Şewket Birqî Oremarî
8- Perwer Zêbar Oremarî
9- Mîad Ehmed Oremarî
10- Ezwer Enwer Oremarî
11- Neşwan Ebdulwehîd Rêkanî
12- Fîlar Elî Oremarî
13- Kawa Hisên Oremarî
14- Cemal Tehsîn Doskî
15- Karwan Mihemed Yehya Rêkanî
16- Newzad Mistefa Doskî
17- Qehreman Şûkrî Zeynedîn Rêkanî
18- Sûheyb Mihemed Rêkanî
19- Rêdar Cangîr Rezgeyî Rêkanî
20- Hazim Şabaz Badîn Biyarî Rêkanî
21- Mihemed Şeref Biyarî Rêkanî
22- Karker Ebîd Sîteyî Rêkanî
23- Asif Zêbarî
24- Eyûb Xelîl
25- Îdrîs
26- Xalis Reşîd Şêxo (17) ji gundê Lêtan ê Biradost e.
27- Rebîh Îsmaîl Ezîz ji gundê Tarecar ê Biradost
28- Îlas Yasin Hisên ji gundê Derhol ê Biradostê ye. Nêzî 5 mehane di bin çavan de ye.
NC / Bahoz Cûdî