NAVENDA NÛÇEYAN
Jin dema tê gotin çi tê bîra mirovan? Dayika ku zarokê xwe mezin dike û li ser çanda kurdiyetî mezin dike û welatparêzî di serî de dide fêr kirin. Jin, ew a di welatê xwe ve girêdaye jin divê despêkê ji axa xwe hez bike cuda tiştek din nefikire. Di malbatê ve neyê girêdan divê him welatê xwe û piştre malbata xwe ve were girêdan. Dema jin welatê xwe li hemberî destwerdanê parast wê demê erka xwe li hemberî malbata xwe pêk tîne, jin dema dibîne welatê wê tê dagirkirin û çavê xwe digire ew ne cewherê jinê ye, divê ne tenê xwe bifikire û çavê xwe negire. Dema jinên din teslîmiyet qebûl nekirin divê ew jî qebûl neke mînaka herî berbiçav Geliyê Zîlan, jin ji bo nekevin dest Tirkan de bê ku tirsek an jî dudilî jiyan bikin xwe ji zinaran avêtin. Dayikên ê zarokên xwe bi çi êş û zehmetiyan mezin dikirin, zarokên xwe bi destê xwe ji zinaran avêtin ji ber ku rastiya dijminê xwe dizanî bûn, nexwestin zarokê wan bikevin destê dijmin sag bi sag hovitiyek dijwar re werin kuştin an jî ew zarok nebe sîxorê dewletê û zerer ne de welatê xwe û miletê xwe, yan jî em kela dimdim bînin ziman evin jin tên gotin jinên qehreman.
Jin ji ber çi hertim li pêş e? Ji ber ku jin pergala civakê ava kiriye û civaka xwe birêve dibe. Dema em dibêjin pergal ne şiklê ku zilam daye runişkandin e. Pîvanê ku civak xwe li ser linga dide sekinandin ya herî sereke exlaqê civakê ye. Jin, wan tişta civak û zarokê xwe dide fêrkirin û li ser çanda dayikê didin mezin kirin. Pergala civakê a wekhev bê ku xwe desthilatdar bide nîşan kirin aşitî ji xwere esas girtin. Dixwaze ku hertim civak bi keyfxweşî jiyan bike û zarok civakek bê şer de mezin bibe. Peşengiyê ku jin dike bandirek mezin di nav civak de ava dike. Gel radike ser linga û serhildana çêdike, hêza bandor kirina jin pir cuda ye. Dikare civakê derdorê xwe de kom bike, hêz bide û ava bike ji ber wê jî hertim jin dîrok de bûne pêşeng û rista pêşengtî re civak dane meşandin.
Jin, kîjan welatî be kûderê jiyan bike, çiqas hevdû dûr ketibin jî êşa hevdû hîs dikin. Ji bo hevdû rakin pir hewldan dikin û hevdû fêhm dikin. Hevaltiyan hertim di nav germahiyek de dimeşe. Tu car hevdû re îxanet nakin, hîn zêde hevdû rast didin meşandin. Çi astengî derkeve pêşiya wan wek xelekêkî hevdû re tên girêdan û pir zexmete ku ew xelek were qetandin ji ber ku jin, jin re mezin dibe, hêz digre û digîhêje serkeftinê. Ev bîr û bawerî dihêlê ku hertim hevdû re bimeşin û pêlê astengiya bikin û derbas bibin. Dilpakbûna jin dihêle ku dema çavê hevdû binêherin hevdû fêhm bikin, qurnaztî û komployê ku tên meşandin zû fêhm bikin û li gor wê tevbigerin û tu cara hevdû re wê awayî nêz nabin. Cewherê jinê hertim paxişe û dagirtiye. Cewherekî bingehîn heye. Çi bibejî nikare cewhera xwe bîr bike û her rojek disa dizivire cewhera xwe lê zilamê serdest hertim hewldanê taybetmendiyê zilamê serdest û şaman dixwaze li ser jinê ferz bike. Teybetmendiyên serdest taybet dixwaze li ser jinê ferz bike ku civak binê de hilweşe, dizane ku kengî jin bin bikeve civak hole rabibe û civakek serdest ava bibe. Dema zilam dest dayne li ser jinê civak û jin dikeve bin venerîna dewlet. Ji xwe yê ku dewlet derxistiye zilam e. Ji bo rista jinê hole rabibe, zilam dewlet ava kir. Bi vê awayî giştî netew li hemberî hevdû dan şer kirin, civak ji exlaqê û pîvanên mirovatiyê dûrxistiye. Dema mirov bi giştî şoreşên ku cihanê de çêbûye binêhêre rista jinê her şorelê de diyar e û jin di van şoreşande rista pêşengtiyê leyîstiye lê mixabin tu car mafê xwe bi dest nexistiye û hertim ristayî hatiye tûne kirin û nehatiye dîtin. Piştî derketina Tevgera Azadî û Rêber Apo çarx li hemberî jinê ziviriye. Rêber Apo her xwestiye ku jin li gor cewhera xwe tevbigere, xwe ji zîhniyeta zilam dûr bixe û mafê jinê, jinê bizivire. Rêber Apo hertim gotiye ku bila jin we birexistin bikin an jî mirov wan gotinan dikare her tişt fêhm bike: ” Ez jina bi rexistinî natirsim , jina ku bê rexistinî ditirsim. ” ji ber wê jî jinek rexistinî be tu kes nikare jin bin bixe, tu kes nikare jinê cewhera xwe dûr bixe û holê rabike.
Sosin Amed