AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar daxuyaniyeke nivîskî wşeand û ragihand, ku ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li navçeya Baglar a Amedê çalakiyek kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî li kolana Fatîhê bi bombeyê li dijî wesayita polîsan a zirxî hate kirin û xisar li wesayitê bû.