NAVENDA NÛÇEYAN
Ji ber ku rêheval Heqî di rastiya Rêber APO de dibe navê tevlîbûna bitûnî û pênaseya rêhevaltiya rast.
Ger mirov Biharê weke dema ku jiyan ji nû de zidî dibe, nû dibe û ji nû de tê avakirin pênase bike wê di cihê xwe de be. Em di her biharê de dibînin ku jiyan bi awayek azad şênber dibe. Jiyan bi biharê re xweşiktir û watedartir dibe.
Di têkoşîna me ya azadiyê û di xeta şehadetê de, hebûna jiyanê a azad û watedariya wê, diyalektîkek bi temamî avakiriye. Di rastiya Şehîdan de jiyan, weke bihara ku bi awayek herî xwerû pêkhatina ji nû de avabûnê ye çeleng, azad û ferzker e. Jiyana ku mirov bi hezkirin di oxira wê de dimre û pê re girêdayî ye, di biharê de şîravên ku li hev kom dibin û dirijin ser kulîlkan, di meha Gulanê de şênber dibin.
Meha Gulanê meha Şehîdan e. Yê ku jiyanê ava dike û azad dike, hişê civakan a azadî-têkoşînê, şerê xwe dayîmî kiriye û hertim serxistiye, tiştên pêknayên pêk aniye; xeleka destpêkê a Şehîdan Rêheval Heqî Qerar, di 18’ ê Gulana 1977’ an de Şehîd ket. Tevgera Azadiyê, ji bo bîranîna vê Şehadetê ava bû û bi berxwedaniyek bêhempa rê li ber dîrokek ku jiyana azad ava dike û têkoşînek dayîmî dide meşandin, vekiriye. Girêdana bi bîranînên Şehîdan a Rêber APO, israra wî û ‘tiştên pêwîstin werin kirin, pêwîste were kirin’ kirina şêwazek têkoşînê çawa ku hemû Şehîdên li dû şopa Heqî Qerar meşiyane şehît ketine elaqedar dike, ji yên jiyan dikin re jî dike xeta jiyanê. Dema 18’ ê Gulanê û Şehîdên meha Gulanê bîrtînin, di Partîbûnê de Şehîdê destêkê famkirin û tişta pêwîst kirin, pêwîste li hemberî jiyana azad bibe pîvanê sekna me.
Avabûna Tevgera me ya Azadiyê û hêza wê ya dînamîk ku têkoşîn bênavber aniye vê rojê, wateya ku li Şehadetan barkirin û wesiyeta wan weke emrek dîrokî, destgirtina Rêber APO ye. Rêber APO, ala Têkoşînê a Denîz GEZMÎŞ, Yusuf ASLAN, Hûseyîn ÎNAN ku di 6’ ê Gulana 1972 ‘an de hatin îdam kirin û Mahîr ÇAYAN û rêhevalên wî ku ji bo îdama wan bidin sekinandin li Kizildere di pêvçûnê de Şehîd ketine, li Kurdistanê bilind dike. Rêheval Heqî Rêberê enternasyonalîst yê yêkemîn çûyî Kurdistanê ye. Dema rêberên Tevgera Şoreşgerên Sosyalîst yên Tirkiyê Şehîd dikevin, di êniyên pêş de cihê xwe digre û mîrateyên wan hiştine, bi awayek herî xurt temsîl dike. Di têkoşînê de bi Rêber APO re bitûniyek ava dike. Ev bitûnî di têkoşîna azadiyê de hevkariya çarenûsa gelên Tirk û Kurd e. Ji ber vê sedêmê Rêber APO; dema ku Rêheval Heqî pir zû û bi komlogerî hate Şehîd xistin got; “nîvê rihê min çû.” Ji ber ku rêheval Heqî di rastiya Rêber APO de dibe navê tevlîbûna bi tevahî û pênaseya rêhevaltiya rast. Dema ku her kes ji Kurd-Kurdisran a ku ji rastiya netewbûyînê hatiye derxistin direviyan, Rêheval Heqî wek sekna pênaseya çalak a Sosyalîstiya mezin, kesê destpêkê ku bi Rêber APO re, bê ku dudilî jiyan bike xwe avêtiye vê şerê bêeman. Wî rizgariya gelên Tirkiyê, di pêşengtiya Rêber APO û di azadiya gelê Kurdistanê de didît. Kesayeta Rêheval Heqî Qerar û Kemal Pîr’ an sekna wan û piratîka wan weke manîfestoyek enternasyonal bûn. Heqî Qerar seknek enternasyonalîst bû ku di şerê gel de ku heya hebûna wan jî bûye mijara nîqaşê, di eniyên herî pêş de cîh bigre. Li dijî sekna reformîst û hevkariya dijmin ku xeta nîjadperest a îlkel dixwest li Kurdistanê pêşbixe, Heqî Qerar pênaseya herî xwerû a cewhera sosyalîs-azadîxwaz a Tevgera Azadiyê bû.
Bersiva ku Rêbertî daye şehadeta heval Heqî Qerar, vê têkoşînê mayinde û domdarkirin e. Ji bo wate û vesiyeta Şehîd vala neçe, domdariya Tevgerê û pêşxistina xeta şerê Tevgera Azadiyê ku bin nakeve, ava dike.
Rêber APO nêrîna xwe a di derbarê Rêheval Heqî Qerar de wisa tîne ziman; “Min bi şehadeta Rêheval Heqî re yekser wisa tespit kir, ku ji kêm kar kirin, girdana wê a bi armancê û kêmbûnên wî nedihat. Ew di wan şertan de yên ku herî zêde bi armancê û kedê ve girêdayî bû. Lê bi awayek heyberî şaşitî ev bû ku; rêxistin nînbû; şaşitî ev bû ku berdewamiya rêxistinê nebû. Nexwe, başiya herî mezin ku ji vê şehadetê re bikin, avakirina Tevgerê û berdewamiya wê ye.”
Rêber APO, heman salê li taxa ku Heval Heqî lê hatiye şehîd kirin, bernameya partiyê dinivîse. Rêbertî bi vî şiklî bersiv dide bîranîna wî. Rêber APO digihîje vê encamê ku; bê rêxistinî, bê pêşengtiya Partiyê têkoşîn nayê bi ser xistin û jiyana ku pêwîste di oxira wê de berdêlên giranbûha werin dayin, nayên avakirin. Bi vî awayî şikil dide şêwazê têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyê. Rêber APO dibêje; “me koma ciwanan a besît anî halê koma ku biryara partîbûnê daye. Em dikarin bêjin ku; vê keda me ya partîbûnê weke rastiya sersalekê wate qezenc kir û di dîroka netewî de weke kevirê koşeyê ciyê xwe girt.”
Şehîd famkirin û li gor wesiyeta wan jiyankirin, berpirsyartî û erka me ya yekemîn e. Vê serwerkirin û têkoşîna vê dayin, erka giradanbûna rast a jêneveger e. Yek ji pirsgirêkên me yê bingehîn ev e ku em rastiya ‘Şehîd’ a di Tevgera Azadiyê de dernaxin zanebûnê. Di Tevgera Azadiyê de layiqbûna ji rastiya şehîdan re, bi xwe avakirin, jiyana xwe watedarkirin û di oxira nirxên têkoşînê de, bi jiyankirina rast re pêkan e.
Rêbazê têkoşîn û xebatê a Rêber APO, ferqa di navbera jiyan û mirinê de radike. Di rastiyê de Şehîdên Tevgera Azadiyê vê astê diafirînin. Xeta şehîdan, bi qasî jiyana ku ji mirinê nedûre, xwedî taybetmendiyek wisa ye ku di mirinê de jî nafikire ku jiyan xilas bûye. Di hemû xebatan de vê ferqa di navbera jiyan û mirinê de rakirin; weke ku em qet nemirin jiyan bikin û weke ku em her roj bi mirinê re rûbirû dimînin jiyankirinê esas girtin, tê wê wateyê ku em di xeta şehîdan de jiyan dikin. Di zayîna 3.mîn ya Tevgera Azadiyê û di pêvajoya înşaya Netewa Demokratîk de bi yek kirina xeta jiyan û mirinê û weke Rêber APO îfade dike, tenê bi “mehkumkirina mirinê di jiyanê de” em dikarin bigihîjin asta milîtanên pêşeng.
Bûna xwedî sekna milîtantiyê a ku mirinê mehkûm dike û pîvanên jiyana azad di xwe de ava dike, vexwendina rastiya şehîdan a demê ye. Rêber APO, înşaya Netewa Demokratîk weke erkek rojane dide pêşiya me. Ev jî, tenê bi têgihîştina xeta sosyalîstên demokrat û kadrobûnê re gengaz e. Em li sekna Heqî Qerar temaşe bikin; di şertên herî zor de, di bê îmkaniyê de bêyî ku gazinc bike Partiyê avadike, bi hemû ferdên civakê re dikeve têkiliyê û xwediyê seknek wisa ye ku gotin û kirinên wî muhteşem hev temam dikin. Her wiha bîrdoziyê hundirîn dike û vê jî bi awayek herî xuliqkar, bi seknek polîtîk û rêxistinî di pratîkê de bi hevgirtinek mezin pêk tîne. Rêber APO dibêje; “kadro heqîqeta hatiye rêxistinkirin û pratik kirin e.” Di rastiya Heqî Qerar de pêwîste em bibin hêza jiyana sosyalîst û demokratîk, bitûniya bîrdozî-polîtîk-pratîk ava bikin û erkên xwe yên demê derxin zanebûnê.
Gotina Heqî; gotina sekna serkeftî ya xeta sosyalîst û demokratîk e, ji rêhevaltiya kêm a ku bûye sedemê komploya nawnetewî re gotina ‘bisekine’ ye. Ji bere vê jî rêhevaltiya rast a bi Rêber APO re bersiva herî raste ku ji xeta şehîdan re bê dayin.
Gabar Botan