NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên me 12‘ê Çileyê li taxek bajarê Qamişlo bazirganên madeyên hişbirê girtin.
Piştî wergirtina agahiyên zelal ji çavkaniyên taybet ên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ku kesek bazirganê madeyên hişbirê dike, hêzên me dest bi lêkolînê kirin. Li ser vê yekê ew kes hate girtin û pê re rêjeyek hebên hişbirê hate dîtin. Di lêpirsîna destpêkê de kesê hatî girtin navên du şirîkên xwe eşkere kir. Ew herdu kesên din di operasyonekê de taxa Qidûrbekê hatin girtin.”
Rêveberê Buroya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinî diyar kir ku hêzên me di operasyonê de 400 gram ji madeya heşîşê ya xam û 189 hebên hişbirê ” Hexole” desteserkirin.
Girtî sewqî dadgehê hatin kirin da ku derhqê wan de biryarê cezayê were girtin.