Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Çawa ku tê gotin çanda; Ariyanî, Hurî, Tel Halaf ango Şoreşa Neolotîkê li Bakurê Mezopotamya ango li Kurdistana pêk hatiye, çanda; serî tewandin û biçûkxistine jinê, desthilatdarî, bajar, çîniyatî, dewletgerî, împaratorî û ango çanda kole pêşxistinê jî li Başûrê Mezopotamya ango li Iraka îro de pêşketiye.
Me hêna di nivîsên xwe yên di destpêkê de behsa Rahîbên Sumeriyan kirîbû. Rahîbên Sumeriyan navenda wan Irak’a îroye. Bila were bîra me: ”Kengî di dîroka mirovahî de mirovan bi qêda xwe hinek deskeftiyên zêde derxistin holêye, di vê kelî de an jî çendek dem pişt re yên ku dixwastin dest deynin ser vê qêde jî di dehlîzên de ango di kûnên veşartî de rêyek ji xwe re dîtine û derketine rûyê erdê…
Dema ku teknolojiya demê pêşket û rê da ku bêtir nirx werin bi destxistin, hinek kesên bi qaşo aqil derketin û hewldan ku destdeynin ser vê qedê û nirxan… Civaka ku heta wê demê bi hevre û hevbeş bêyî zordestî û xwînmêjî xwe rêvedibir, bi rewşek nû ji rastî xwe hat dûrxwistin û çîn pêşketin…
Kesên ku bi navê Şaman an jî pê re jê re Rahîb dihatin gotin, bi pêşxistina rêbazên ku nûfusa qada ruhî ya mirovan bikin, li ser mirovan bi bandor bûne…
Lê hêna bi bandortir ev rêbaza di dema Sumeriyan de hat bi kar anîn e. Rahîbên Sûmeriyan ji bo ku bikaribin herkesî ji bo xwe bidin kar anîn, rêbazên nû pêşxistin e. Yek jî li van rêbazan de; derewin, manîpulekirine, xwepandine. Mînakek panteonek-perestgehek wiha avakirine ku yê û yî ku li gore vê naçe, di milê xwedeyande were cezakirine.”
Mîtolojiyên wan çîroka bi şiyariyek mezin avakirine. Bila çîrokên Enkî werin bîra me. Dîsa bila çîroka dizîna Me’yên Înanna-Nînhursag yên pîroz di milê Enkî de werin bîra me. Dîsa çîroka Marduxê ku dayîka xwa Tîamat bi hovane kuştiyê jî werin bîra me. Bi gotinek din, ji bo ku bikaribin koleyan avabikin ewil bi jinê destpêkirine, destdanîne hemû tiştên wan. Nirxên wan û mîtolojî wiha avakirine ku, ruxme ku dizî kirine ruxme ku destdanîne ser tiştên wan yên herê pîroz lê gotine ya meye, me afirandiye. Bî vî avahî hêdî hêdî kola avakirine him jî koleyên bi dil!
Gelo ev çawa dibe ku, Sûmerî bi dilê bûne koleyên van Rahîban? Ma gengaz e ku herkes hema tiştek wiha bipêjêrîne? Bêguman na! Li vir hûnera Rahîban dikeve devrêyê. Dema ku mirov ew qasî di zorê de jiyan dikin, Rahîb rêbazên teknîkên nû ji bo avdanê û kanalên avdanê pêxdixin, di encama van de zikê mirovan têr dikin. Pê re jî rahîb hostatiya xwe raber dikin û mirovan îkna dikin ku tevahî ev yetenek ango berhe (yetenek) milê xwedeyande ji wan re hatiye dayîn e. Bi pergala panteona ya xwedayan mirovan didin îkna kirin û di encam de mirov adeta bi dilê xwe dikevin xîzmeta rahîban. Zik têr bike û bi xwe re girêbide, pê re jî zik têr kirinê wek kerameta xwedeyan raber bike!
Îro jî ev makanîzmaya di dewrê de ye. Hemû mirovên cîhanê ji bo ku zikê wan were têr kirin îro jî hemû keda xwe diforişin rahîbên modern…
Lê dema ku rêbaza îknaya li ser xwedayan nameşeya, îcar hêzên ku wek çekdar ango arteş rêxistin kirine erîş anîna ser gelan ango mirovan, û mirov bêdengkirin e. Ewqasî vehşeta ku li dîrokê de pêk hatî ev rastiya bi xwe ye. Bi kurtahî, rêbazek ew qasî bi bandoreke ku hêna îro hemû hêzên serdest kar tînin. Ev jî di serî de bi Gilgameş destpêkiriye, çawa erka xwe fireh kiriye çawa erîş birine ser dewêrên wek Kurdistan de di Destana Gilgamiş de vekirî hatiye zimane. Dîsa çawa nokeran ango kesên wek sîxûran di nava gelên din de wek Enkîdo çêkirine jî hatiye nivîsandiye. Bêguman jin ji bo xwe bigêje armanca xwe çawa kar aniye jî di destanê de em dibînin.
Lê hêna pêşdetir û firehtir û bi zalimane ev îcar Sargon pêk aniye. Êdî ya ku heyî mêtine, ango mêtingeriye, dagirkirine ango koloniyalîzme. Kesê yekê ku cihên din dagirkiriye pêk anî Sargone û ev jî di nava Irak de bû împaratorê yekem ê cîhanê.
Pê re jî yên ku em dizanin Nemrudin, Hamurabînin. Wan jî heman tişt îcar hêna bi sîstematîk heta bi huquk meşandine. Lê bila em bizanin ku huquq derveyî meşru kirina destverdana û destdanîna li ser nirxên civakê wêdetir ne tişteke din e. Huquq belgeyên rewa kirina perçiqandina civakê û diziya civakêye. Navenda Hamurabiyan jî Irak’a îroye.
Em dizanin ku bi sedan salan li ser vê erdnîgariyê îcar serdestên Asûriyan ketine dewreyê. Vahşetek wiha meşandine ku bi serî mirovan keleh avakirine. Yên ku cara ewil gel ji cihê wan girtine û dana koçkirine jî împaratorên Asuriyanin. Di wê manê de hêna bi sîstematîk çûne ser gelan e.
Tê zanîn ku,: “Pêkhênerê meşrûiyetê zîhniyet e.” Mêtinkar hem bi terzê xwe yê lêdan û pelçiqandinê, hem jî bi tîpên, “asîmîlados” ên dişibin an jî dixwazin bişibin mêtinkaran û bi sazîbûyînên li her cihî belav kirine, xwe dane qebûlkirin. Yanî meşrûiyeta xwe kirine rewşeke nayê nîqaşkirin. Vala wiha nayê gotin: “Ferqa di navbera dewlet û eşqiya de sazîbûyîna zîhniyetê ye”. Ya eşqiya jî rojane yan jî her roj ku şêwazê lêdanê ye ya dewleta mêtinkar timî, hatiye dawerivandin û bi şexs dane hezmkirin.
Em dizanin ku di milêkê ve rahîb bi xepandin, di milekê ve Sargon bi kuştin, di milekê ve Hamurabî bi huquq û di mileke ve Împaratoriya Asur bi serî jêkirin, koçkirin û kirina xulamtî her ku dem pêşveçûye rêbazên xwe yên erîşê guherîne. Bêguman dema ku ev kirine perwerde kirina mirovan ango rêvandina mirovan ji xwe jî hîç îhmal nekirine.
Bi vî avahî mêtinkariyê li gor xwe avakirinek pêk aniye. Bi ziman, çand, zîhniyet û dibistinên xwe ku ev kirine, bi tovên li hemû qadên çandine ev kiriye. Ev bi saziyên perwerdeyê bi awayekî hê diyarker kûr kiriye û pêk aniye.
Hêzên zor û zilmê dema sîstemên xwe ava kirine, destpêkê dest avêtin qada zîhnî. Destpêkê qada zîhnî paşê jî bi amûrên zorê li ser esasê saxlemkirina sîstemên xwe berê xwe dane karên xwe. Sedema wê aşkera ye; ji bo tişa dixwazin bikin bidin kirin, destpêkê divê kesên ku vî karî ji wan re bikin hebin. Kesên vî karî bikin pêwîste werin amade kirin da ku bikaribin wî ango wan karan bi wan bidene kirine. Ev jî destpêkê xebateke zîhnî ye. Kesên ji dil vî karî nekin ji bo bînin rewşa ku ji dil bikin bi qasî pêwîstiya wan pê heye şîdeta ku amûrên tirsandinê ne jî helbet danaynin qeraxekê. Lê destpêkê armanc dikin ku zîhnan, dilan yanî sehaya ruhî fetih bikin.
Dema mirov bipirse û bêje nuqteya hevpar a hêzên dewletparêz-desthilatparêz çi ye, yek ji bersiva destpêkê ya em bidin û bêjin, sedî sed polîtîkayên perwerdeya mirov an jî mirovan e. Ew yanî serdest, mêtinkar, kesên ku bi şixûldana hêzê ji tecrûbe û ezmûnên xwe ne xerîbênin. Ji ber vê yeke yek ji xebata ku hêzên dewletparêz-desthilatparêz têde hesas in, nadin kesekî bi dest kesekî de bernadin ji sedî sed perwerde ye. Perwerdeya zarokan, ciwanan û mirovên dixwazin bi bandorkirinê li ser wan mêtinkariya xwe pêş bixin. Sedema vê aşkera ye; dar dema şîn be mirov dikare bitewîne û şekl bidiyê. Ger dar hişk bibe ne gengaz e ku were tewandin, berojavî dara hişk bûyî bi badanek zêde, dişkê, name ku têşeyek jê re be dayîn.
Bi kurtahî: Mêtinkarî bi Sumeran bi Sargonê ku împaratorê herî bêrehm e yê herî zêde mêtinkarî kiriye derketiye asta herî jor. Ji wê rojê ve li cîhanê mêtinkarî weke çeka herî bi bandor a kolekirinê hat bikaranîn. Navenda vê kole kirinê tam jî Irak’e.
Pê re jî bi dehan rejîmên wek wan li ser Irakê hukmkirine. Her kî xwestiyê cîhanê rêvebibe hatiye xwe li Irakê ceribandiye, û di her ceribandinêkê de jî hinek tiştên nû ji bo gelan perçe perçe bike pê xwe hêştiye û çûye.
Bila kirinên Sasaniyan, Emeviyan, Abbasiyan, Selçukiyan, Moxoliyan, Osmaniyan, Safeviyan û pê re jî Îngîlîz û Amerîkiyan her di bîra me de bin.”