DERSIM – Li Dersimê, xebatên lêgerîna xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû (21) ji 5’ê Çile ve dewam dike. Bi hezaran xwendekarên keç û xurt ên Saziya Kredî û Şevîniyan a Hindekariya Bilind û Şevîniya Keçan a Ehlîbeyt, nedîtina Dokû şermezar kirin û çalakî li dar xistin. Çalakî duh bi şev saet 23.00’an li şevîniyan pêk hat. Xwendekarên ku tevlî çalakiyê bûn, gulopên telefonên xwe pê xistin û diruşmeyên “Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Gulîstan Dokû li ku derê ye” û “Dersim ne raze xwedî Gulîstan derkeve” berz kirin. Xwendekarên ku xwestin Gulîstan Dokû bê dîtin, bertek nîşanî kêmxebatiya lêgerîna Dokû dan. Çalakiya xwendekaran nêzî 3 saetan dewam kir.
MIDURA ŞEVINIYÊ: MA HÛN MIRON?
Midura Şevînaya Xwendekarên Keçan a Ehlîbeytê, hewl da ku xwendekarên çalakî li dar xistin asteng bike. Midura şeviniyê xwest xwendekar çalakiya xwe bi dawî bikin, lê xwendekaran çalakiya xwe dewam kirin. Midura şevîniyê li ser vê yekê ji xwendekaran re got: “Gelo hûn li vê derê çima çalakiyê li dar dixin. Ma wê çi bikeve destê we.”
Midura ku bertek nîşanî xwendekaran da wiha got: “Ma hûn jî mirovin.”