ENQERE – Dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmir, Kadriye Îmir, bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat hate berdan.
Kadriye Îmir dema ku li gel keça xwe ji bajarê Frankfûrt a Fransayê 11’ê Çile hate balafirgeha Esenboga ya Enqereyê li balafirgehê hatibû destgîrkirin. Îmîr bi hinceta ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve derbarê wê biryara destgîrkirinê heye, hatibû destgîrkirin. Îmir, piştî derxistin dadgehê hate berdan. Îmîr ewil birin Şaxa TEM’ê ya Enqereyê û ji wir jî sewqî edliyê kirin. Îmir ku sewqî edliyê kirin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervê welat hate berdan.