STENBOL – Derbarê gerîndeyê karê nivîsan ên berê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin ji ber nûçeyên din rojnameyê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 24’emîn a Edliyeya Stenbolê hate kirin. Akin tevî parêzerê xwe tevlî dozê bû.
Dozger diyar kir ku rojnamevan Osman Akin ‘propagadaya rêxistinê kiriye’ û xwest ceza lê were birîn.
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 24’ê Çileyê kir.