BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;
14’ê Çileyê saet di 20:30’î de balafirên şer bombe li qada Çemço ya herêma Zapê û derdora gundê Segirê yê navçeya Amediye ya Duhokê barandin.
16’ê Çileyê saet di 12:20’î de qada Sininê ya Xakurkê û saet di 20:30’î de jî qada Geliyê Pisaxa ya herêma Heftanînê hatin bombekirin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”