STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Metmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç bi rêya parêzeran duh ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan hate redkirin.
Her wiha serlêdana malbatên Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş jî nehate qebûlkirin.
Serdozgeriyê bi hinceta “sînordarkirinên derbarê cezaxwariyan” serlêdana malbatan qebûl nekir.