NAVENDA NÛÇEYAN – HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li herêma Efrîn û Ezazê, di 17-18 Çileyê de hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
I 17’ê Çileyê de li herêma Ezazê hêzên me li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûn.
Di 17’ê Çileyê de di saetên şevê de û 18’ê Çileyê di saetên sibê de li xeta gundê Beradê yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên artêşa dagirker 2 çalakiyên sabotajê yên bibandor li dar xistin. Di encama wan her du çalakiyan de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatin kuştin.
Her wiha 17 û 18’ê Çileyê, artêşa dagirker gelekî gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bi obusan bombebaran kirin. Li ser herêmê hîn jî tevgera balafirên keşfê berdewam dike.”