BERN – Li bajarokê Davos ê Swîsreyê di navbera dîrokên 21-24’ê Çile de tê plankirin ku Forma Aborî ya Cîhanê were lidarxistin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYE Donald Trûmp ku wê li Davosê beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê bibin, politîkayên şer û komkujiyê yên Trûmp û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker yên bi ser Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê hate protestokirin.
Rêxistinên koçberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li pêşiya îstasyona trenê destp^ekir. Çalakgeran dirûşmeyên “Bi pereyên we bi çekên wê gel tên qetilkirin”, “Berxwedana gelan berxwedan me ye”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Çalakî li navenda bajêr nêzî du saetan dom kir û li Reîthalle bidawî bû.