NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û operasyoneke yekîneyên wan ên antî terorê agahî da.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fealiyetên xwe yên keşf û bombebaranê bê navber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
13’ê Çileyê artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Mişrefa û gundên derdorê bi çekên giran bombebaran kirin.
Komên çete û artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, hewan û obusan gundên Seyda, Elhoz, Erîda, Bîr Kîno, Îbrahîm El-Kurdî, Merdûda, Xirbit Beger û derdora rêka M4 a navdewletî bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbarana dijwar de 15’ê mehê şervanekî me bi giranî birîndar bûbû. Ev şervanê me ji ber birîndariya giran gihîşt şehadetê. Her wiha di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.
Yekîneyên me yên antî terorê 14 Çileyê li Dêra Zorê li dijî çeteyekî bi navê Ebû Elwerd El-Iraqî ku berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî ya DAÎŞ’ê bû û çalakiyên DAÎŞ’ê yên herêmê bi rê ve dibirin, operasyonek li dar xist. Di dema operasyonê de ji ber bersivdayîna çeteyan şer qewimî. Di encama şer de Ebû Elwerd El-Iraqî û çeteyekî ku navê wî nehat zelalkirin, hatin kuştin. Her wiha di encama vê operasyonê de miqdarekî cebilxane û dokuman hatin desteserkirin.”