BEXDA – Di serî de paytexta Iraq Bexdayê, li bajarên Şîa Kerbela, Necef, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Nasiriye, Dîvaniye, Vasîtê yên Iraqê ji 1’ê Cotmeha 2019’an ve li dijî hikumetê xwepêşandan pêk tên. Heta niha hikumetê bersiv nedaye daxwazên xwepêşandêran.
Tevgera protestoyê li ser vê yekê hişyarî da hikumetê ku heta roja Duşemê bersivê nede daxwazên wan wê tansiyonê bilindtir bikin û xwepêşandanan derxînin asteke nû.
Tevgera protestoyê dixwaze, ji bo avakirina hikumeteke ji teknokratan kesekî serbixwe bê wezîfedarkirin, hilbijartina pêşwext bê kirin û yên çalakger kuştine bên darizandin.
Li gel daxuyaniyên ultîmatomê her wiha li bajarên Necef û Kerbelayê xwepêşandanan dewam kirin.
Roja Şemiyê li bajarê Necefê di xwepêşandanan de biryargeha Tûgayên Hîzbûllahê hate şewitandin ku yek ji pêkhateyên Haşdî Şabî ye.
Bi sedan xwepêşandêrî her wiha deriyê bingehîn ê balafirgehê girtin.
Li bajarê Kerbelayêjî xwepêşandêran rêyên bingehîn girtin û saziyên dewletê û dibistan boykot kirin. Xwepêşandêran navenda koma Tûgayên Bedir a Haşdî Şabî şewitandin.
Ji 1’ê Cotmehê ve li Iraqê zêdeyî 500 kesî di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan.