STENBOL – Malbat, hempîşe û nûnerên rêxistinên civaka demokratîk Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink, di 13’emîn salvegera kuştina wî de ew li ser gora wî bibîr anîn.
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink, 13 sal berê di 19’ê Çileya 2007’an de li Stenbolê ji aliyê tetîkêş Ogun Samast ve hat qetilkirin. Di sala 13’emîn de Dînk li ser gora xwe hat bibîr anîn. Malbat, hempîşe û nûnerên rêxistinên civaka demokratîk Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink, di 13’emîn salvegera kuştina wî de ew li ser gora wî ya Ermeniyan a Balikli ya Zeytûnbûrniyê bi merasimekê bibîr anîn. Hevjîna wî Rakel, kurê wî Arat, keçên wî Sera â Delal Dink, hezyar û dostên wî û hevalên wî yên rojnameger tev li merasimê bûn.