ŞENGAL – Bi hezaran welatiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û xwedîderketina li şehîdan li gundê Digurê meşiyan û gul li ser cihê ku Zerdeşt Şengalî û hevalên wî lê şehîd ketina danîn.
Li Gundê Dugirê yê Şengalê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek li dar xistin.
Meşa ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîzekirin li ber Meclîsa Gel a Dugirê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên, “Şehîd namirin , bijî berxwedana Şengalê, bimire Îxanet ” hatin berzkirin. Her wiha alên YBŞ, YJŞ û wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Meş heta navenda YBŞ’ê ya 15’ê Çileyê Zerdeşt Şengalî û hevalên xwe lê şehîd ketin berdewam kir.
Li vir meş veguherî mîtîngê û li ser nave Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî axivî.
‘Em li pey doza şehîdan in’
Hecî di serî de sersaxî ji bo tevayî malbatên şehîdan xwest û got “Em spasiya her kesî dikin ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re li seranserî cîhanê meşiyan û rabûn ser piyan. Me civaka Êzidî generalekî mezin ji dest da, lê bila dewleta Tirk kêfxweş nebe. Em hemû îro li pey doza şehîdan in. Şehadeta li ber axa xwe de be cihê şanaziyê ye. Çawa di dema derbasbûyî de me bersiva hemû êrîşan daye, ji îro û şûn ve jî em wek gelê Êzidî ji bo her êrîşekê amade ne. Ev sîstema li Şengalê hatiye danîn, berxwedaniya te kirin, hemû bi keda şehîdan e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bila bêdeng nemînin û nebêjin ev êrîş tenê li ser YBŞ’ê ye. Îro YBŞ be sibe wê li ser tevahiya gelê me be, li Şengalê û ji derveyî Şengalê.”
‘Em bang li civaka xwe û bi taybet ciwanan dikin’
Piştre li ser nave Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hemed Bişar jî axivî û got, “Di dîrokê de bi sedan ferman û êrîş hatin ser me. Me koletî qebûl nekiriye, em ê ji îro û şûn ve jî qebûl nekin. Em bang li civaka xwe û taybet ciwanan dikin, li her derê rabin ser xwe, bikevin nava çalakiyan. Êdî van êrîşan qebûl nekin.”
Piştî axaftinan gel berê xwe dan cihê şervanên YBŞ’ê lê şehîd ketine û baxên gulan danîn cihê wan.