KOBANÊ – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ehmed Akyoz (Bawer Agir) û Reşîd Reşîd (Reşîd) di Berxwedana Cenga Rojava ya li dijî êrişên artêa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Hiwêca yê bajarê Girê şehîd bûn.
Bi beşdarbûn bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şehîd Bawer û Reşîd bi merasîmekê girseyê li goristana Şehîd Dicle hatin oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û banga xwedîdketina li nirxên şehîdan kir.
Di merasîmê de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk bi hinceta parastina sînorê sûcên hovane derheqê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne, hemû qanûnên navdewletî û rêgezên mirovahî binpê dike.
Harûn banga domandina xeta têkoşînê û parastina herêmên ku bi keda şehîdan hatine rizgarkirin kir.
Nasnameyên şehîd Bawer û Reşîd hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin” spartin axê.