HELEB – Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên parêzgeha Helebê bi rasthatina salvegera duyemîn a êrişên arêtşa Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê û bi slogana “Soz em ê Efrînê rizgar bikin û dê artêşa Tirk dewam neke, Efrîn a me ye” daketin qadan.
Bi hezaran xwepêşandan li pêşiya hola civînan a bi navê “Qebû Yasîn Yasîn” a li rojavayê taxê kom bûn.Xwepêşandarên alên YPG, YPJ, PYD, Kongreya Star, ciwanan rakirin.
Meş ji pêşiya hola civînan dest pê kir û sloganên “Bijî berxwedana Efrînê û Serdemê, bijî Efrînê azad, Tirkiyê derkeve derve, Efrîn a me ye ne ya dagirkeriyê Tirkiryê” berz kirin û şaxên zeytûnan û wêneyên zarokên komkujiya li dijî Efrînê pêk anîn rakirin.
Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Destên xwe ji Rojava bikişîne, ey kujer Erdogan, komkujî û êrişên li dijî Efrînê berdewamiya komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.”rakirin.
Meş ji kolanên taxê ber bi kolana sereke ya ku diçe rojhilatê taxê û qada Cibanat a aliyê rojhilat çûn.
Li gel vê yekê hevserokê PYD`yê Xerîb Hiso, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Fehîma Hemû, Enddama rêxistina Efîrnê ya Partiya Şiwî Sûrî Hikmet Colaq axivîn.
Axîveran soza berdewamiya têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker dan û bal kişandin ser ku Efrîn dê nebe mala terorîstan.
Her wiha xwepêşandanan destnîşan kirin ku projeya dewleta Tirk qirkirina dîrok, çanda gelan û pêkanîna komkujî û binpêkirinan e, her wiha projeya berfirehkirina cografiya dagirkirinê ye.
Xwepêşandanan îşaret bi berxwedana gelên Efrînê ya 58 rojan kirin û gotin, berxwedana li dijî arêşa Tirk heta roja îro berdewam e, Efrînê ya xwedanê xwe ye.
Xwepêşandan bi sloganên “Bijî berxwedana Efînê û Berxwedana Serdemê û na ji êrişên artêşa Tirk a dagirker” bi dawî bû.