BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 29’ê Tîrmeha 2019’an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevrêyên me Artêş, Bager, Demhat, Leşker û Simko şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav. Artêş Welat Goyî
Nav paşnav: Gabar Şengul Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Gulîzar-Mîrza Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê |
Artêş – Gabar Şengul
Nasnav: Bager Adar
Nav paşnav: Rifat Adar Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Perîşan-Kadîr Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê |
Bager – Firat Adar
Nasnav: Demhat Nerdûş
Nav paşnav: Çetîn Akin Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Pakîze-Ashat Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê |
Demhat – Çetîn Akin
Nasnav: Leşker Roj
Nav paşnav: Şahap Îrçîn Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Hatem-Alaadîn Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê |
Leşker – Şahap Îrçîn
Nasnav: Simko Kerboran
Nav paşnav: Nîhat Baysal Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Munevver-Abdullah Dem û cihê şehadetê: 29’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê |
Simko – Nîhat Baysal
Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko her yek ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, di nava malbatên welatparêz de mezin bûn û di her qada jiyanê de zext û zilma dewleta Tirk a kujer dîtin. Hevrêyên me pêkanînên faşîst û qirker ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekirin, ketin nava lêgerîna li rastî û azadiyê û li ser vê azadiyê dîtin ku têkoşîneke esasî li çiyayên Kurdistanê dikare bê meşandin.
Hevrêyên me ku di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bûn, di xeta Rêbertî de bûn fedayiyên Kurdistanê û heta kêliya dawî li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Li her qada têkoşînê bi fedakariyeke mezin berpirsyarî dan ser milê xwe, kûrbûna di bîrdoziya Rêbertî de ji xwe re kirin karê esasî û li gorî şert û mercên demê rêbaz û taktîkên gerîlatiya serdemê afirandin. Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko li her qada lê man bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi pêşengiya xwe her tim bûn ew hevrê ku bibin mînak.
Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bi ser bixînin.”