NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku ev çalakî di 14-19’ê Çileyê de hatine kirin.
Yekîneyên tolhildanê derbarê çalakiyên xwe ev agahî belav kirin:
“Li Şehîtlîka Amedê di 16’ê Çileyê de saet di 18.30’an de hêzên me bi teqemeniyan êrîşî wesayîta Akrep û Rangerê kiriye. Di vê çalakiyê de dijmin ketiye panîkê, gule li derdorê reşandiye û wesayîta Ranger dema reviyaye, qeza kiriye.
Di 18’ê Çileyê de li ser Rêya Emekê ya Baglara Amedê yekîneya me teqemenî avêtinw wesayîta Ford Connect a polîsên sivîl. Wesayîtê derbe xwariye û polîsek jî birîndar bûye.
Di 19’ê Çileyê de li Yenîşehîra Amedê mixazeya A101 a ku piştgiriyeke ekonomîk dide dijmin hatiye şewitandin.
WAN
Li Taxa Îstasyonê ya Tûşpaya Wanê jî yekîneya me teqemeniyên bi destan avêtine wesayîta zirxî ya Ûralê. Dijmin ji ber panîkê xwestiye ji herêmê bireve, dora taxê girtine. Dijmin tu encam bi dest nexistiye û ji qadê vekişiyaye.
STENBOL
Di 14’ê Çileyê de jî li Taxa Kûrfali ya Kartalê 4 wesayîtên kesên nêzî AKP û MHP’ê hatine şewitandin. Wesayît îmha bûne.
Di 14’ê Çileyê de li herêma Karayollari ya Gazîosmanpaşa jî atolyeyeke tekstîlê ya piştgiriyê dide dijmin hate şewitandin.”