SILÊMANIYE – Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan daliqandin.
Xwendekaran li nava zanîngehê, li fakulteyan hemûyan, li cafeterya ya navendî û li pêşiya holê wêneyên Ocalan daliqandin.
Xwendekaran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û heta bidawîbûna tecrîdê wê çalakiyên xwe bidomînin.
Li ser wêneyên Ocalan her wiha nivîsa “Na ji tecrîdê re, bimire bêdengî” hate nivîsandin.