NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê artêşa Amerîkayê general Sony Legit li ser hesabê xwe ya Twitterê got: “Îro li parêzgeha Xaznî ya Afxanistanê agiravêja Amerîkî bi tîpa E-11A kete xwarê. Lêpirsîn girêdayî naskirina sedema qezeyê berdewam e. Lê tu nîşane tune ne ku bûyer bi guleyên dijmin çêbûye.”
Legit wiha domand: “Pentegonê wê agahiyên dîtir bide. Ji aliyekî din ve teqez kir ku îdiayên Talîban ku balafirek din ketiye xwarê derew in.
Tevgera Talîban li Afxanistanê di demek berê de ji îro got ew balafirek ku leşkerê Amerîkî li navenda parêzgeha Xaznî vediguheze xistiye xwarê. Her wiha tevgerê ragihand ku tevahiya kesên di balafirê de di nav de generalên mezin ên hêzên Amerîkayê hatin kuştin.
Çavkaniyekî Afxanî got ragihand ku balafir li herêmêa di bin kontrola Talîban de ketiye xwarê.