STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parêzer ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran didin, lê belê heta niha ti bersiv ji serlêdanên wan re nehatine dayin.