NAVENDA NÛÇEYAN – Li Lubnanê ku nifûsa xwe zêdeyî 60 milyon mirov e, pirsgirêkên ji ber rêveberiya nebaş a welêt rû didin herî zêde bandorê li ciwanan dikin. Li gorî daneyên ji Nîsana 2018’an heta Adara 2019’an, rêjeya bêkariyê 11.5 ji sedî bû. Ev rêje di nava ciwanan de 23 ji sedî ye.
Lê belê bêkarî jî herî zêde bandorê li wan ciwanan dike ku hîndekariya bilind qedandine. Bêkariya li nava van ciwanan jî 37 ji sedî ye.
WELÊT DITERIKÎNIN
Li Lubnanê ku ji civatên cuda yên etnîkî û olî pêk tê, lewma pêkanîna hevsengiya siyasî zor û zehmet e, penaberên ji Filistîn û Sûriyeyê jî tên pirsgirêkên aboriyê girantir dikin. Penaberên li derveyî kampan e yek ji pênc parên nifûsê ne.
Lê belê yek ji sedemên bingehîn ên giranbûna pirsgirêkên li welêt rêveberiya nebaş û nelirêtî ye ku mehên dawî ji ber vê yekê xwepêşandan tên lidarxistin. Ji ber ku ‘çîna siyasî ya elît’ a li welêt tevlî karên nelirê bûye, di serî de ciwanên xwende, ciwanên Lubnanê welêt diterikînin.
DI SALA 2019’AN DE 42 JI SEDÎ ZÊDE BÛ
Li gorî lêkolîna saziyeke lêkolînê ya serbixwe ya bi navê “Înformatîon înternatîonal” bi taybetî di sala 2019’an de hejmara mirovên welat terikandine di ser 40 ji sedî re ye. Li gorî vê yekê di sala 2018’an de 41 hezar û 766 kesî Lubnan terikandin. Di sala 2019’an de bi rêjeya 42 ji sedî ev hejmar zêde bû û gihîşt 62 hezar kesî. Piraniya wan jî ciwan in.