ENQERE – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimînin, têkildarî binpêkirinên ku li girtîgehê pêk tên raporek amade kirin û bi nameyekê ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re şandin. Di raporê de binpêkirinên mafên ên mîna qedexekirina pirtûkan û cezayên dîsiplînê cih digirin.
Naveroka nameya ku ji aliyê girtiyan ve hatiye şandin bi kurtasî wiha ye;
* Bi biyarekî 10 rojnameyên cûda û kovar bi hev re hatin qedexekirin.
* Pirtûka ‘Gundelîk Hayatta Dîrenmek’ ya Akîl Nerguz jê re hat qedexekirin.
* Hejmara 144’emîn a Kovara Yuruyuşê û hejmara yekemîn a Kovara Halk Okûlû ku ji girtî Mûrat Kaymaz re hatibûn, bi hincetên razber û kêfî, di 17’ê Kanûna 2019’an de hatin qedexekirin.
* Rojnameya Bîrgûnê zêdetirî 2 meh û nîvan e nayê dayîn.
* Rojname di saetên derengiya şevê tên dayîn û Rojnameya Yenî Yaşam ûn Rojnameya Yenî Asyayê bi mehan e nayên dayîn.
CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ
* Qedexeya serdanê ya 3 mehan ku di 15’ê Mijdara 2019’an de ji bo girtî Macit Şahinkaya dest pê kir, di Kanûna 2019’an de jî berdewam kir.
* Qedexeya serdanê ya 2 mehan a ji bo girtî Akîl Nerguz heta 13’ê Kanûna 2019’an berdewam kir. Di 28’ê Kanûna 2019’an de dîsa qedexeya serdanê ya 2 mehan dest pê kir.
* Girtî Rabbena Hanedar, Mecît Şahînkaya, Taner Korkmaz, Mûrat Kaymaz û Akîl Nerguz, ji bo piştgiriya girtî Mûstafa Koçak ku li dijî cezayê lê hatibû birîn di rojiya mirinê de ye, hefteyekê ketibûn greva birçîbûnê. Ji ber vê piştgiriyê ceza li wan hatibû birîn. Serlêdana girtiyan a îttîrazê ya ji bo ceza hat redkirin.
MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ
* Beşeke nameya Ercan Kûtlû ku ji girtî Taner Korkmaz re hat, bi hinceta bi fikare nehat dayîn. Dîsa beşeke nameya Zehra Kûrtay ku ji Korkmaz re hat bi hinceta ‘ewlehiyê’ ya kêfî nehat nayîn.
* Dîsa 2 name bi hincetên mîna ‘ewlehî, propaganda, pezindayîna berxwedanan’ bi temamî nehatin dayîn.
* Mafê sohbetê bi 3 saetan tê sînorkirin.
BIBPÊKIRINÊN MAFAN ÊN DIN
* Şandina pirtûk û nameyan a di heman postayê de hatiye qedexekirin.
* Li qantîna girtîgehê gelej pêwîstiyên bingehîn nayên firotin. Berhemên tunene bi mehan nayên. Berhemên tên jî gelek biha tên firotin.
* Amûrên qirtasiyê tunene, li gel ku tên xwestin jî nayên.
* Ava germ rojê saet û 45 deqe tê dayîn. Qismeke vê avê saetên serê sibehê di navbera 05.00 – 05.45’an de tê dayîn. Di 30’ê Kanûna 2019’an de ava germ tenê saet û nîv hat dayîn.
* Hatiye qedexekirin ku girtî roja hevdîtina vekirî ji bo xizmên xwe bi xwe re xurekan bibin.