ŞEHBA – Çeteyên Sûltan Mûrat, Ehrar El Şam û Cebhet el Şamiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser hêzên rejîma Sûriya ya li Girê Radar a li gundê Til Riyhal bicih bûbûn. Di şerê qewimî de 10 leşkerên rejîma Sûriye hatin kuştin, tankek jî hate rûxandin.
Piştî şerê dijwar êrîşa çeteyan hate şikandin.
Di şer de bi qasî hate tesbîdkirin 2 çeteyên Cebhet el Şamiye hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Her wiha 2 çeteyên koma Sûltan Mûrad jî hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Her wiha çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêma Tadif a dikeve rojhilatê Helebê navendeke ya hêzên Rûsya xistin destê xwe.