NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Şoreşger ên Başurê Kurdistanê di derheqê salvegera 22’an a Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku hîn jî li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin çalakiyên tolhildanê li darxistin, her wiha di derbarê çalakiyên tolhildanê de daxuyaniyeke nivîskî dan û wiha diyar kirin “Ev çalakiyên ku hatine kirin ji bo salvegera 22’an a Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hîn jî li ser Rêber APO, gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin me kiriye. Di şexsê cangoriyên ku bi dirûşme ya “Hûn nikarin roja me tarî Bikin” li dijî komployê canê xwe feda kirin, di şexsê Şehîda hêja Şehîd Viyan Caf Soran şehîdên azadiyê bi rêzdarî û bi minet bi bîrtînin.
Daxuyanî wiha ye;
Em wek Ciwanên Şoreşger yê Başurê Kurdistanê diyar dikin ku ev çalakiyên ku hatine kirin ji bo
salvegera 22’an a Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hîn jî li ser Rêber APO, gelê Kurd û
Kurdistanê tê meşandin me kiriye. Di şexsê cangoriyên ku bi dirûşme ya ‘’Hûn nikarin roja me tarî
Bikin’’ li dijî komployê canê xwe feda kirin, di şexsê Şehîda hêja Şehîd Viyan Caf Soran şehîdên
azadiyê bi rêzdarî û bi minet bi bîrtînin.
Dewleta Tirk a dagirker, Başurê Kurdistanê dixwaze dagir bike. Bi her şêwazî xwe rêxistin dike, xwe li
Başur bi cîh dike. Esas de di çarçoveya planên xwe yên Mîsakî Mîllî de dixwaze Başurê Kurdistanê bi
temamî dagir bike. Em carek din wek Ciwanên Şoreşger diyar dikin ku wê dewleta Tirk a dagirker her
tevgera wî ya dagirkeriyê de wê bibe hedefa me ya şoreşgerî. Wê ji bo ne tê ji Başur ji bo hemû
Kurdistanê were paqij kirin em ê heta dawî di xeta şoreşê de li hember dagirkeriya Tirk de tekoşîn bikin.
Dewleta Tirk a dagirker, di demên dawî bi îstîhbarata xwe MİTê dixwaze xwe li Başur mayinde bike û li
hember tevgera azadiyê planên xwe yên qirêj pêk bîne û li ser gelê me zext û zordarî bimeşîne. Polîtîka û
kiryarên dewleta Tirk a dagirker, ji alî Ciwanên Şoreşger ve hemû tê zanîn û dema ku dem were wê
bersivê xwe bigire. Dewleta Tirk a dagirker, qirqer di çarçoveya polîtîkayên xwe yên tûne kirina Kurdan de li Başur,
faaliyetên sîxurî, aborî, bazirganî pêş xistiye. Ev faaliyetan di çarçoveya şer de ye û ji şerê Kurdan piştgirî
bike ye. Ji ber vê yekê em diyar dikin ku ev navendê Tirkan ku piştgiriya şer dike û bûye navêndê wan ên
sîxûriyê wê çalakiyê me bidome. Divê gelê me yê Başur jî van navendan dûr bisekinin û malên wan
Boykot bike.
Em ê dagirkeran li her derê bikin hedefa şoreşgerî, dive yê ku ji dagirkeran re hevkartî dike ji wir şûnve nebe hevkarên wan yan wê ew jî bibin hedefên me. Em ê heta dawî li hember komplo şer bikin û heta Rêber APO azad nebe û azad nexebite em ê jî çalakiyên xwe nesikînin.
Detayên Çalakiyên me yên Yekîneyên Tolhildanê wiha ye;
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Demhat û Şehîd Cemîl
‘’Turkish Airlenesê ku me çalakî kiriye, hemû perêyên ku ji wir derdikeve diçe ji artêşa Tirk a dagirker ve.
Û ew pere ji gelê me û gerilla, şervan û peşmergeyan re wek çek dizivire. Ji ber vê yekê Yekîna me ya
Şehîd Demhat û Şehîd Cemîl, ew cîh kiriye hedef. Bi molotofan çalakî pêk aniye. Di encama çalakiyê de
zirara maddî çêbûye. Bi vî wesîleyê ji bo bîranîna Şehîd Demhat Agît û Şehîd Cemîl Amed Yekîneya
Tolhildanê îlan dikin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Viyan Karox;
Ev Yekîneya me li Kerkukê malekî ku îstîhbarata dewleta Tirk a dagirker MİT xwe rêxistin kiriye
hedef girtiye. Yekineya me bi bombeyan ev mal kiriye hedef û di encama hedef girtinê de di mal
de zirarên giran derketiye holê. Di encama çalakiyê kuştî û brîndarên dijmin ji alî Yekîneya me
nehatiye zelal kirin. Endamên yekîneya me bi ewlehî ji qadê derketiye.’’