MEXMÛR – Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, komek ji çeteyên DAÎŞ’ê piştî nîvro hewl dan êrişê bibin ser wargeha penaberan a Mexmûrê.
Hêzên Xweparastinê yê Mexmûrê ku zû bi vê komê hesiya dor lê girtin û pêşî li êrişê girtin.
Hate ragihandin ku di navbera Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê û koma DAÎŞ’ê de ya dorpêçkirî şer dewam dike.
Li gorî agahiyan, rewş di bin kontrola Hêzên Xweparastinê de ye.