NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Îdlîbê dest bi operasyonekê kir. Artêşa Sûriyeyê 3 kîlometreyan nêzî Serakîbê bû. Ev der ji bo Îdlîbê cihekî krîtîk e. Artêşa Sûriyeyê duh êvarê top avête benda kontrolê ya artêşa Tirk a li Serakîbê û di vê operasyonê de 4 leşkerên Tirk mirin, yek jê bi giranî 9 leşker jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin ku rayedarên dewleta Tirk cihên leşkerên xwe berê ragihandiye artêşa Sûriyeyê lê dîsa jî artêşa Sûriyeyê lê daye.